‘Divê her Kurdek bi çalakiyan xwedî li pêngava KCK’ê derkevin’

Xelkê Efrînê yên ku li Şehba li ber xwe didin diyar kir ku divê hemû gelê Kurd û bi taybet jin xwe di nav pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ daye destpê kirin de bibîne û bi çalakiyan tevlî pêngavê bibin.

Her ku diçe di nava gel de pêngava KCK’ê ya ya  ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ daye destpêkirin belav dibe.

Di vê çarçoveyê de xelkê Efrîn ên ji ber dagirkeriya Tirk koçberî herêma Şehba bûne û li vir dijîn, li ser pêngavê axivîn. Welatiyan diyar kir ku cih her kesê di pêngavê de heye, divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd her kes dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin.

Ferhat Dede bal kişand ser êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdan û got: “Ji dîrokê ve heta niha êrîşên dewleta Tirk li ser Kurdan didome. Bi taybet demê dawî pir dijwar êrîş tên kirin. Êrîş li ser Heftanînê dijwar bûne.”

Dede li ser pêngava KCK’ê ya ‘dem dama azadiyê ye’ jî axivî û got: “KCK’ê dest bi pêngaveke nû kiriye, divê em gel bi serhildanan li her derê dakevin qadan û çalakiyan bikin; dagirkeriyê têk bibin. Di van çalakiyan de armanca me azadiya Rêber Apo ye.”

Jina bi navê Zelox Bekir jî li ser girîngiya pêngava KCK’ê axivî û got: “Hemû gelê Kurd divê cih di vê pêngava hatî ragihandin de xwe bibîne û cih têde bigire. Azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Divê em di serî de jin ên tim bûne hedefa dagirkeran bi çalakiyên xwe xwedî li pêngavê derkevin û heta azadiya Rêber Apo bidomînin.”