'Divê destûr neyê dayin ku Erdogan zêdegaviyê bike'

Endamên Herêma Rojava ya PYD'ê Elî Omar û Faris Hallo diyar kirin, ku divê hêz û saziyên navneteweyî êdî sînorekî deynin ber Erdogan û gotin, "Divê êdî hed jê re bê danîn. Divê Erdogan nikaribe her tişta ku dixwaze bike."

Endamên Herêma Rojava ya PYD'ê Elî Omar û Faris Hallo desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê nirxandin.

Elî Omar: Dewleta Tirk nexweşê dijminatiya li Kurdan e. Li ku deverê desteketiyeke gelê Kurd hebe dewleta Tirk êrîşî wê deverê dike. Li Bakur hilbijartin hate kirin û gelê Kurd îradeya xwe destnîşan kir. Eegr gel bi îradeya xwe nûnerên xwe hildibjêre li dinyayê hurmet ji vê yekê re tê nîşandan, ji ber ku bi rengekî rengekî demokratîk hatine hilbijartin. Erdogan ji ber ku nekarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dixwaze pêk bîne li Bakurê Kurdistanê neheqiyê li şaredar û parlamenterên gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistanê dike û şaredariyan dagir dike. Hêz û saziyên navneteweyî divê êdî sînorekî deynin ber hikumeta Erdogan. Divê sînorê deynin pêşiya dîktatoran. Divê Erdogan her tişta ku dixwaze nikaribe bike; nikaribe mirovan bikuje, bajaran hilweşîne, nûnerên gel bi rengekî nehiqûqî ji wezîfeyê dûr bixîne.

Dema ku YPG-YPJ li dijî DAÎŞ'ê bi ser ket, ew aciz bû. Dewleta Tirk li Bakur zilmê li dayikên extiyar dike. Mafê Erdogan nîne ku siyasetmedarên bi dengê gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê dûr bixîne. Gelê me destûra vê yekê nade.

Faris Hallo: Eger gelek dibêje 'ez he me, ez ê hebim û bigihêjim armanca xwe' hingî ti hêz nikare asteng bike. Beriya niha jî êrîşî şaredariyên me kiribû. Şaredarî ew dever in ku civak bi îrade û karê xwe lê dike. Neçar e ku xizmetê ji civakê re bike.

Dayikên me li dijî Erdogan û sîstema faşîst a Tirk li ber xwe didin. Rastî dîtine. Rêber Apo dibêje 'tu rastiyê binase tu yê karibe bijî'. Wan rastî dîtine. Em gel êdî natirsin; li Bakur an jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê serê xwe li ber Erdogan netewînin.