'Divê çete di çerçoveyê hiqûq de bên darizandin û cezakirin'
Şêx Mihemed Beyro yek ji kesên ku di dema êrîşê çeteyên DAÎŞ’ê de dîl hatibû girtin. Beyro qala pêkanînên dervî exlaqî, êşkence û destdirêjiya çeteyên hov DAÎŞ’ê kir.
Şêx Mihemed Beyro yek ji kesên ku di dema êrîşê çeteyên DAÎŞ’ê de dîl hatibû girtin. Beyro qala pêkanînên dervî exlaqî, êşkence û destdirêjiya çeteyên hov DAÎŞ’ê kir.
Şêx Mihemed Beyro yê ku ji gundê Ziravikê yê Kobanê ye, di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de bi birîndarî dîl hatibû girtin û nêzî salek û nîv di destê çeteyên DAÎŞ’ê de girtî mabû. Beyro ji ajansa me ANF’ê re qala hovîtî, destdirêjî û êşkenceya çeteyan kir û got, divê ev rêxistina terorê DAÎŞ’ bi rêya hiqûqê bêne darizandin.
Beyro anî ziman ku, travmaya hovîtiyê ya bi serê wan ve hat, ne hêsan e û got, "Di dema êrîşên çeteyan de, yekser dengê guleyan dihate me. Ji bo ku em rewşê hîn bibin hevalekî me derket ser banê. Çete nêzî sed metre dûrî me bûn. Bi ser me de hatin û gule reşandin. Ez ji ser dilê xwe ve birîndar bûm. Dora min girtibûn, di wê rewşê de êşkence li min kirin. Şevek tarî bû, lê ronahiya heyvê hebû. Ji birîna min gelek xwîn herikî bû. Li erdê gola xwînê çêbibû. Dengê çeteyan ji her derê dihate min, piştre bi ambulansê min rakirin Nexweşxaneya Minbicê. Destê min girêdayî bû û li ser rêya nexweşxaneyê êşkence li min kirin. Simbêl û rihê min bi destan jêkirin."
Beyro diyar kir ku bêyî navber êşkence lê kirine û wiha dewam kir, “Serçeteyekî DAÎŞ’ê li wir gotibû ‘Vî kesî bikujin’. Piştre em birin, kirin jêrzemînekê. Li jêrzemînê jî êşkenceyê dewam kir. Êdî hêviya min a jiyanê ango rizgariyê nema bû. Peyva serçeteyê DAÎŞ’ê dihate bîra min û min digot, ew ê me li wir bikujin. Bêyî ku mudaxeleyek tibî ji birîna min re bikin, min avêtin zindanê. Bi rojan ew birîn wiha ma bû, êdî bêhn pê ketibû. Ji ber hilma birînê min nedikarî bêhnê bigirim. Hevalên min ên di heman cihî de ragirtî, ji çeteyan daxwaz kirin ku min bibin nexweşxanê. Lê tenê birîna min şûştin, cardin nehatim dermankirin. Nêzîkatî û şêwazê peyvandina çeteyan dervî exlaqî ye. Ji bo me bitirsînin her carê me dibirin cihên cuda. Çavên me girê didan. Em li benda mirinê bûn. Lê wan êşkence li me dikirin. Ne tenê di warê fîzîkî de di warê derûnî de jî zextek mezin hebû.”
Şêx Mihemed Beyro da zanîn ku çeteyên DAÎŞ’ê bi rêya ragihandinê jî siyaseteke taybet dida meşandin û wiha domand, "Ragihandina wan dihat û ji me re digotin divê hûn wisa baxivin. TV ji me re vedikirin. Dîmenên serjêkirinê, şewitandina cenazeyan nîşanî me didan. Fîlmên hovîtiyê bi me didan temaşekirin."
Şêx Mihemed Beyro di dawiyê de destnîşan kir ku hovîtiya herî mezin çeteyên DAÎŞ’ê li hember mirovahiyê pêk tîne û got, “Çeteyên DAÎŞ’ê ji bilî komkujî, qirkirin, tunekirin, êşkence, destdirêjî, serê bi sedan jin, zarok û mêr jêkirin. Divê çeteyên DAÎŞ’ê di rêya hiqûqî de bên darizandin û cezakirin.”