Di 10’ê Hezîranê de Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û ragihand ku wê çeteyên DAÎŞ’ê yên hatine girtin, bi darizînin. Malbatên Şehîdan ên ku xizmên wan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine qetilkirin, têkildarî darizandina çeteyên DAÎŞ’ê ji ANF’ê re axivîn.
Fîras Ataş ku dayîk û du birayên wî şehîd bûn, wiha qala wan rojan dike: "Di berbanga sibehê bû, dengê guleyan her çû zêde bû, her kesê di kolanê de rabûn û gotin ev çi bû. Ji me re hat gotin ku ev şahiya rizgarkirina Navçeya Sirînê ye. Piştî çend deqeyan deriyê Mûrşid Pînarê hat teqandin, min jî ber bi derî ve baz da. Li wir cenaze, qêrîniya dayîkan bû, hîna jî em nizanin gelo li vir çi diqewime. Êdî me dest bi rakirina cenazeyan û birîndarên li erdê kir û ew ber bi nexweşxaneyê ve şandin.
Ez ber bi mal ve hatim. Hîna ez negihiştim mal, yekê baz da û got, DAÎŞ ketiye kolana kortê. Ez ber bi mal ve hatim û min dît birayê min û malbat giştî li derve ne, ew jî li benda tiştekîne ku bizanibin çi diqewime. Hîna jî em me tam teqez nekir ku DAÎŞ ketiye nava bajêr. Li qorzîkek wê de, çend kes xwuya dikirin. Bi rûkeniyekê li me dinêriyan û dikeniyan. Me bang kir û got, heval heval. Ew çend kesana wêda çûn. Piştre ew kom ber bi mala me ve hatin û hatin paş malê. Kurê birayê min çek di desta bû, em ber bi wan ve çûn. Wê komê gule berdan me. Guleyek li lingê kurê birayê min ket. Ez jî hîna matmayî me û reviyam qorzîka malê.
Min gazî cîranê me Îbê kir û min got bireve çeteyên DAÎŞ’ê ne. Kêliya ku ew reviya guleyek li pişta wî ket û ket erdê. Kurê birayê min jî bi lingekî direve. Min çek ji dest girt û ji bo parastinê min li gel xwe hîşt. Wa kêliya ku Îbê ket, hevjîna wî jî reviya ser, hevjînê serê Îbê rakir û danî ser çonga xwe. Hîna ez gazî dikim, min dît gule li wê jî ket. Demek dirêj li erdê nalîniya wê dihat û ji ber êşê qêr dikir. Piştî demek derbas bû, min dît herdû jî şehîd bûn. Di wan kêliyan de fikra min li ser malê bû, gelo çi diqewime ez nizanim. Min hewl dida ku xwe bigihînim malê. Lê ji ber guleyên wan min nedikarî. Êdî dest bi avêtina roketan jî kirin, bombe û mermî bê navber diavêtin.
Ez bi tenê bûm û min şer dikir. Min li dora xwe nêrî kes tune bû, min dît ji nîşka va erebeyek hat tijî zarok û jin têde bûn. DAÎŞ ew erebe sekinand. Min got DAÎŞ’ê dê êrîşê wesayîtê bike. Lê ajokarê wê erebeyê daxist û bi ajokar re axivî, ajokar dîsa xwe li erebeya xwe kir û min dît hêdî hêdî erebe ber bi min ve tê. Çeteyên DAÎŞ jî xwe li pişt erebê veşartine û hêdî hêdî dimeşin û ber bi min ve tên. Ez reviyam û çûm kolana din. Min dît du heval li wir in, min ji wan re got heval çeteyên DAÎŞ’ê ketine Kobanê. Di wan kêliyan de DAÎŞ’ê dîsa jî êrîş kir û me dest bi pevçûnê kir.
Her ku çû mermî zêde bû. Êdî hevalekî me jî birîndar bû. Hîna jî hişê min li ser malê ye. Di qilêşa destê min de, du mermî tenê mane. Min yek avêt û em reviyan ber bi kolana mezin. Êdî mermî jî bi me re neman. Min dît hevalek yê bi navê Salhi ji me re mermî anî. Min çeka xwe û berîkên xwe tijî kir. Hîna em diaxivin, mermî avêtin min û mermî li kêleka destê min ket û ez ketim. Min birîna xwe bi kîsa naylonî girê da. Hevalan ez li erebeyekê siwar kirim û ez birim nexweşxaneyê. Li wir destê min û kêleka min pêçan û berê min dan nexweşxaneya Bakurê Kurdistanê. Ew roj ti carî nayên pênasekirin. Êşa wan, şefaqeke ku bi xwînê bû û rojbaşa wê jî şehdî bûn.
Ev bûn çend sal, hîna ew dîmen di mejiyê min de zindî ye. Divê ev çete bi her awayî bên darzandin. Weke malbatên şehîdan jî dixwazin di darizandina çeteyên DAÎŞ’ê de amade bin."
Xwîşka Şehîd Metîn Mûna Silêman jî di derbarê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve birayê wê hat qetilkirin û got: "Di ber banga sibehê ve bang hate kirin û piştre dengê guleyan hat. Ez li ser banî bûm. Piştre min dît, deriyê Mûrşid Pinarê hat teqandin. Êdî hawar bi min ket, birayê min ê şehîd ji min re got çi qewimî, min got ev çete ne. Lê birayê min bawer nekir. Me berê xwe da derî û me bi gel re cenazeyên li erdê rakirin. Piştî ku em vegeriyan malê, hevjînê min got divê ku em ji malê derkevin. Li hin malên malên li kêleka me, çend malbat bi temamî hatibûn qetilkirin. Birayê min hîna jî di kolanê de ye û şer dikir. Mermiyên wî qediyan, berê xwe da cihekî ku mermiyan bîne û piştre şehîd bû. Dîroka komkujiya Kobanê nayê jibîrkirin."