Dîrektorê SOHR'ê piştrast kir: Hin ji şaneyên DAÎŞ'ê ji herêmên dewleta Tirk lê ne, êriş kirin

Dîrektorê SOHR'ê Ramî Ebdulrehman piştrast kir ku hin şandeyên DAÎŞ'ê yên êrişî Hesekê kirin, ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatin û êriş kirin.

Dîrektorê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman têkildarî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê ji Servîsa Erebî ya ANF'ê re axivî.

Ramî Ebdulrehman diyar kir ku bi êrişa li Hesekê re armanc revandina girtiyên li girtîgehê hemûyan bû û destnîşan kir ku hin şaneyên DAÎŞ'ê ji Girê Spî û deverên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, tevlî êrişê bûne.

Ramî Ebdulrehman got, "Ev komên terorîst di heman demê de derdora mehan xwe amade kiribûn û bi planeke mezin ev êriş kirin." Ramî Ebdulrehman anî ziman ku li gorî agahiyan, serçete Qirdaşî yê xwînxwarê civaka Êzidî der barê vê êrişa qirêj de hatibû agahdarkirin.

Ebdulrehman bal kişand ser hovîtiya ku DAÎŞ'ê li girtîgehê kir û diyar kir ku karmendên girtîgehê bi rengekî hovane hatin şewitandin.

Ramî Ebdulrehman işaret bi berpirsyariya Koalîsyona Navdewletî kir û anî ziman ku ne tenê piştgiriya bi hêzên QSD'ê de diviyabû koalîsyonê bi roleke hîn mezintir rabûya û devereke taybet ji bo girtiyên DAÎŞ'ê ava kiribûya.

Ramî Ebdulrehman her wiha rola dewleta Tirk a di êrişê de bi bîr xist û ragihand ku dewleta Tirk li dijî hêzên QSD'ê şerekî taybet ê ragihandinê meşand, ji bo karibe rewşeke taybet li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biafirîne ku DAÎŞ jê sûdê werbigire.