Dîmenê operasyona HRE'yê ya li dijî baregeha Tirk

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) piştî ku berpirsyariya teqînên li baregeha Tirk a li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li xwe girt, dîmenên çalakiyê weşand. Li gorî HRE'yê di operasyonê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HRE'yê bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên berfireh ên li ser çalakiya li dijî baregeha Tirk a li gundê Xizewiyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê weşand. Li gel daxuyaniyê her wiha dîmenê çalakiyê jî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Roja 12'ê Îlonê, berêvarêli gundê Xizewiyê yê navçeya Cindirêsê hêzên me li hemberî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di wan çalakiyan de di nuqteyên ku hatin hedefkirin de şewat derket û teqîn çêbûn.

Di encama çalakiyan de; 7 leşker hatin kuştin, 10 leşker û 2 çete jî brîndar bûn. Her wiha 8 konteynir hatin îmhakirin. 2 BMP û tankek jî hatin derbkirin.

Piştî çalakiyê ji Efrîn û Cindirêsê 2 helîkopter û gelek ambulans hatin cihên çalakiyan û kuştî û birîndar rakirin.  Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin û li ser herêmê tevgera balafirên keşfê çêbû. Di topbaranê de li gundê Birc Qasê 2 sivîl birîndar bûn. Her wiha li gelek gundan ziyana madî çêbû.

Ew çalakî ji bo tolhildana pêkanînên derveyî mirovahî yên dewleta Tirk a dagirker ku li ser gelê me yê Efrînê dimeşîne, hatine lidarxistin."