BI DÎMEN

Dildarên azadiyê: Şehîd Hozan û Xebat

Dayika du şehîdan Cewahir Osman li ser jiyana du kurên xwe yên şehîd axivî û got: “Zarokên min jî wek hemû ciwanên welatparêz ku dixwestin li ser vê riya bi rûmet bimeşin, tevlî qadên şer û hêzên leşkerî bûn. Bi xwesteka şoreşê re şehîd bûn.”

ŞEHÎD HOZAN Û XEBAT

Cewahir Osman ku dayika du şehîdan e û di heman demê  de dayika têkoşerek jin e, li gundê Hîmo dimîne. Du gulên xwe kir fedayî vê welatê bi rûmet. Kurê wê Hozan di nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cihê xwe digirt. di şerê Til Hemîs û Til Birakê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû.  Her wiha kurê wê Xebat jî di nav gerîlayên HPG’ê de bû. Şehîd Xebat jî di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Metînayê de şehîd bû. Keça wê jî ji bo rakirina çeka birayê xwe di sala 2014‘an tevlî têkoşînê dibe. Navê wê jî Avêsta Hozan e. Avêsta Hozan soza berdewam kirina têkoşîna Şehîd Hozan da. Ev jî ji bo dayika Cewahir serfiraziyek pir mezine.

Dayika Cewahir Osman derbarê jiyana şehîdên xwe ji ANF’ê re axivî û got: “Zarokên min jî wek hemû ciwanên welatparêz ku dixwestin vê riya bi rûmet û serfirazî bigrin, tevlî qadên şer û hêzên leşkerî bûn. Bi xwesteka şoreşê re gihiştin asta şehadetê. Ji ber ku malbata me malbatek welatparêz e zarokên min li ser rêbazê hezkirina welat jiyan kirin. Ji zaroktiya xwe ve rêxistin û fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas kirin.”

‘TIM DIXWEST PARASTINA WELAT JÊ RE BIBE ERK’

Cewahir Osman li ser jiyana Şehîd Hozan ev tişt got: “Şehîd Hozan di nava malbatê de zarokê min ê mezin bû. Di sala 1991’ê de ji dayik bûye û di sala 2012’an tevlî nav refên rêxistinê bûye. Di sala 2014’an şehîd dibe. Şehîd Hozan di xwendina xwe de jî gihişt Amadeyî û ji bo tevlî rêxistinê bibe dest ji dibistana xwe berdide. Kurê min Şehîd Hozan li ser çanda welatparêziyê mezin bûbû. Wek malbat me tim şoreşa Rojava bi zarokên xwe dida naskirin. Şehîd Hozan di zarokatiya xwe de hezkirinek wî mezin ji bo welat hebû. Tim dixwest parastina axa welat jê re bibe erk. Ew jî wek hemû ciwanên vê axê parastina welatê xwe kir û ket nav çeperên şer de.

DI SALA 2012‘AN DE TEVLÎ HÊZÊN YXK’Ê DIBE

Berî şoreşa Rojava ji ber kêmbûna kar li Sûriyeyê malbata me li Lubnanê bû. Şehîd Hozan dema ku şerê yekemîn ê Serêkaniyê bihîst got divê em vegerin welatê xwe. Ji ber ku derfet derneket em vegerin, şehîd Hozan bê agahiya me ji Lubnanê hat Rojavayê Kurdistanê û di sala 2012’an de tevlî hêzên YXK’ê bû. Piştire em jî vegeriyan Rojava. Di wê demê de bangewaziyek ji çiyanên azad hebû ku gel, keç û xortên Kurd berxwedaniyê ji bo welatên xwe bikin. Şehîd Hozan jî ji bo vê yekê tevlî têkoşînê dibe.”

Dayika Cewahir axaftina xwe wiha domand: “Şehîd Hozan dema ku tevlî têkoşînê bû, ket nav şer û berxwedaniyê de. Di wê demê de şer li dijî rêjîma Baasê bû, di wê şerê de ew û hevalên xwe bi ser ketin. Piştre em malbat ji Lubnanê vegeriyan Rojava. Dema me sînor xelas kir, me alên kesk, sor û zer dîtin. Em matmayî man ji ber ku di dema rejîmê de ala kesk, sor û zer qedexe bû. Di wê kêliyê de şehîd Hozan gotinek ji min re got, ‘Dayê bêhna azadiyê ji welatê me tê, me rojekê bawer nedikir ku alên xwe bi serbilindahî û cesaret li ezmnan bibînin’. Min jî ji şehîd Hozan re got ‘Bedena vê alê xwîna şehîdan e, ji ber ku destpêka şoreşa Rojava bû û bi sedan şehîd canê xwe feda kirin’. Şehîd Hozan wiha bersiva min da, ‘Em jî ji vê fedayiyê re amade ne, em ê berxwedanê mezin bikin’.

‘GELEK TIŞTAN JÊ FÊR BÛM’

Ez dayika şehîd Hozan im, lê ez ji şehîd Hozan fêrî gelek tiştan bûm. Ji ber ku hestên dayikan pir zehmete, tim dixwazin zarokên wan li pêşiya çavê wan bin. Lê şehîd Hozan hişt ku ez bigihêjim encamekê ku tişta herî serbilind di vê jiyanê de dema mirov xwedî li welatê xwe derdikeve ye. Tim me ev rê dida pêşiya zarokên xwe. Rastî jî kesayeta Şehîd Hozan gelek bi hezkirin bû, xwesteka wî ya mezin ew bû ku xwendina xwe berdewam bike, lê ji bo parastina rûmeta xaka welatê xwe digot, ‘Eger em bê welat bin û ne azad bin, xwendina me jî wêdemê bê qîmet e’.

ŞEHADETA ŞEHÎD HOZAN JI MIN RE BÛ HÊZ

Em dizanin ku her welatê ku bi serketiye bi hezaran şehîd dane û bi saya şehîdan gihiştin e asta serkeftinê, her alek li vê cîhanê bi xwîna şehîdan hatiye hildan. Şehîd Hozan jî tim digot em ê bi vê berxwedaniyê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin. Di şer de Şehîd Hozan bi kelecan bû. Hevalên şehîd Hozan ji min re digotin dema dijmin êrîşî me dikir, şehîd Hozan li xeta pêş a şer bû, tu carî xwe nedida paş û rê nedida dijmin. Ji bo me şehadeta Şehîd Hozan pir giran bû, lê min hêza xwe wek dayik ji şehadeta Şehîd hozan girt. Her dem Şehîd Hozan digot, ‘Eger ez şehîd bikevim, bila şehadeta min ji were bibe serfirazî û hêz’. Ew xemgînî ji bo min bû hêz, da ku li ser xeta berxwedaniya şehîdên xwe bim. Heta vê demê jî hevalên Şehîd hozan dema ziyaretî mala me dikin, dibêjin dema em tên em hîs dikin ku Şehîd hozan bi me re rûniştî ye.”

PARASTINA XAKA XWE PÎROZ DIBÎNE

Dayika Cewahir li ser jiyana Şehîd Xebat jî ev tişt bilêv kir: “Di sala 1994’an Şehîd Xebat hatiye dinê. Şehîd Xebat di sala 2012’an li Lubnanê tevlî Hêzên Parestina Gel (HPG) bû. Xwesteka Şehîd Xebat ji zaroktiyê ve hebû ku parastina xaka welatê xwe bike. Dema ku tevlî şoreşê bû jî xwe wek ciwanek bi temen biçûk nedidît, bi cesaret û kelecan tevlî bû. Şehîd Xebat navê xwe yê tevlîbûnê kir Xebat Hîmo. Gelek ji gundê xwe hez dikir. Her wiha di gund de pir dihat hezkirin û ji tu kesî aciz nedibû. Şehîd Xebat di sala 2022’yan li Metînayê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe. Dema ku tevlî şoreşa azadiyê bû ji min re peyamek rêkir û got, ‘Dayê her mirovek welatparêziya xwe bi rengek cuda dike’.

Ruxmî temenê xwe yê biçûk kurê wê Şehîd Xebat pir bi cesaret bû. Şehîd Xebat dema ku bi temenê xwe yê biçûk tevlî nav Tevgera Azadiyê bû, em şoq man ku ew ê çawa bikaribe li hember dijmin çek rake. Lê her tim ji me re dihat gotin ku Şehîd Xebat pir zîrek û bi cesatete, rastî dema me dibihîst em pir kêfxweş dibûn. Piştî 5 salan me agahiyek ji şehîd Xebat bihîst, ji me re got ez di Tevgera azadiyê de me. Hin dîmenê xwe û hevalên xwe ji me re rê kirin. Dema me dîmen dîtin, me xweşikbûnek pir mezin di rûyê Şehîd Xebat de dît. Di hizrê xwe de zane û bi cesaret bûbû. Di peyama xwe de jî gotibû, ‘Dema ez bigihêjim asta şehadetê, di wê bîr û baweriyê de bin ku şehadet di jiyanê de asta herî bilind û binirxe’. Ew peyam di bin konê merasîmên Şehîd Xebat de jî hate xwendin.

Di dawiyê de ez dibêjim soza me bi şehîdên me re heta dawî ye. Heta dilopek xwîn di laşê me de be, em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin. Şehîdên me wê di bîra me de bimînin û tu car ji dilê me dernakevin. Bila dijmin jî baş bizanibe eger Xebatek û Hozanek şehîd ketin, bi hezaran riya têkoşîna Şehîd Xebat û Şehîd Hozan domandin.”