'Di şoreşa ziman de wê gavên hîn mezin bêne avêtin'
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê têkildarî dewama xwedinê a li Herêma Firatê got, "Di şoreşa ziman de gavên mezin hatin avêtin, wê hîn jî bêne avêtin."
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê têkildarî dewama xwedinê a li Herêma Firatê got, "Di şoreşa ziman de gavên mezin hatin avêtin, wê hîn jî bêne avêtin."
Li herêma Firatê dewama sala xwendinê di 10’ê Îlonê de destpê kir. Têkildarî vekirina dibistanan, hejmara mamoste, xwedekar û dibistanan Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê ji ANF’ê re axivî.
Bekir Ceradê got; "Sala bihurî li gel hin pirsgirêkê xwezayî û êrîşan jî di xwendinê de serketinek baş hate bidestxistin. Ji bo bihêzkirina asta perwerdehiyê di werza havînê de mamoste hatin perwerdekirin."
Bekir Ceradê anî ziman ku li herêma Firatê di dibistanên seretayî, navîn û amadehiyê de 3 hezar û 570 mamoste û nêzî 70 hezar xwendekar hene. Bekir Ceradê diyar kir ku 6 dibistanên nû hatin vekirin, her wiha gelek baxçeyên zarokan hatin avakirin.
Bi dewamî Bekir Ceradê ragihand ku dewamiya perwerdeyê li gorî plansaziya wan destpê kiriye û anî ziman ku mamoste hemû jinûve hatin wezîfedarkirin, berdevkên dibistanan jî li gorî pêşniyarên desteya şopandinê hatin erkdarkirin. Bekir Ceradê got, "Ji bo asta perwerdeyê bê bilindkirin komxebat hatin destpêkirin, civîn hatin lidarxistin. Di 10'ê Îlonê de dewama perwerdeyê destpê kir. Li gorî sîstema perwerdeyê hin gavên rast hatin avêtin, em di wê baweriyê de ne ku hîn bêhtir gav ber bi pêş ve bêne avêtin."
Di dewama axaftina xwe de Bekir Ceradê got, "Piştî Şoreşa Rojava di ziman de jî şoreşek pêk hat. Ew şoreş jî li ser bingeha biratiya gelan hate kirin. Li herêma Firatê 2 materyalên ziman têne dayin. Zimanê Kurdî û Erebî. Herdu materyal li gorî herêman têne dayin. Ew materyal jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate amadekirin. Ev bi xwe jî gaveke pir pêşketî ye."
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê got, "Di şoreşa ziman de gavên mezin hatin avêtin, wê hîn jî bêne avêtin."
Bekir Ceradê di dawiya axaftina xwe destpêkirina dewama xwendinê li mamosteyan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.