Di şewata dagirkeran derxistî de kesekê jiyana xwe ji dest da

Di encama vemirandina şewata li gundê Esediyê ya Zirgan a girêdayî Kantona Hesekê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wan ve hatî derxistin de, sivîlekê jiyana xwe ji dest da û sivîlek jî birîndar bû.

Leşkerên dewleta dagirker û çeteyên wan bi berdana guleyan zeviyên çandiniyê yên gundên navçeya Zirgan a girêdayî Kantona Hesekê dan ber agir.

Sivîlên bi navê Suxeyer Eh Hecî û Neîm El Setaf di encama mudaxelekirina şewata li gundê Esediyê derketî de bi giranî birîndar bûn.

Suxeyer El Hecî yê ku bi giranî birîndar bûyî û rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Zirganê, bi ruxmê hemû mudaxeleyan ne hate rizgarkirin.

Hate diyarkirin ku Neîm El Setaf ê birîndar bûyî jî rewşa wî girane û sewqî Qamîşloyê kirine.