'Di sala 44'an de em ê kujerên zarokên xwe darizînin'

Necah Gulo ya ji Qamişloyê ku hevser û kurê wê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, wiha got "PKK wê me azad bike. Di sala nû de em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, tola zarokên xwe hilînin û bi vî rengî hesab ji kujeran bipirsin."

Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku 27'ê Mijdara 1978'an bi pêşengiya komek ji şoreşgeran ava bû dikeve sala 44'an. Welatparêzên Rojavayî di sala 44'an a têkoşînê de ji ANF'ê re qala tevlîbûna xwe ya li nava vê têkoşînê, bandora li Kurd û Kurdistanê kirin.

Necah Gulo ya ji Qamişloyê got, "Beriya ku PKK'ê nas bikim, min nizanîbû ku Kurd kî ne, Kurdîtî çi ye. Ji ber ku wê demê gelek partiyên Kurdan hebûn, lê belê kar û çalakiyên wan hemû bi rêya mêran dihatin kirin. Rojekê heval hatin mala Apê Yûsûf Gulo û gotin ku ew ji bo Kurd û Kurdistanê dixebitin. Lê zêde bala min nekişand. Ji min hebû ku mîna partiyên din tenê ji bo mêran dixebitin.

Dema ku heval hatin malê, ji ber ku ez bûka malê bûm min timî kar dikir. Hevalan bang li min kirin û xwestin ku ez jî tevlî sohbetê bibim. Em li ser Kurdîtiyê, li ser welêt axivîn. Wê demê bi navê Talebe, bi navê Apoyiyan dihatin naskirin. Wê demê em dostê malbata Barzanî bûn, min nizanî bû ku ew ji çarî dikin, dixwazin çi bikin."

'ME NAVÊ MAZLÛM DOGAN LI KURÊ XWE KIR'

Necah qala kurê xwe Mazlûm kir ku 9'ê Mijdara 2021'ê li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û anî ziman ku wan navê Mazlûm Dogan li kurê xwe kiribû: "Sala 1984'an kurê min nû ji dayik bûbû. Bavê wî beriya berê xwe bide çiyayên azad, navê Mazlûm lê kiribû. Em li ser hevalê Mazlûm Dogan axivî bûn. Mazlûm Dogan li dijî xiyanet û teslîmiyetê tevlî karwanê nemiran bû. Piştre gelek hevalan li zindana Amedê bedena xwe dan ber agir. Berxwedêrên li zindanan xeta serketinê nîşanî gel dan."

'HEVSERÊ WÊ BERÊ XWE DA NAVA REFÊN BERXWEDANÊ'

Necah Gulo bal kişand ser tevlîbûna hevserê wê Mûstafa li nava refên PKK'ê û got, "Malbata me piştî ku bi Apoyiyan re têkilî danî hevalê Mûstafa timî bi hevalan re nîqaş dikir. Piştî ku ji zindanê derket digot ku wê tevlî kar bibe. Rojekê nîvê şevê ji xew şiyar bûm. Mûstafa şiyar bû. Min jê pirsî ku 'çima vê saetê şiyar e', wî jî goti 'Dixwazim tevlî Apoyiyan bibim'. Wê demê ez jineke ciwan bûm. Zarokên min hîn biçûk bûn. Min jê re got, 'paşeroja me wê çi bibe'. Wî jî got, 'Tu keça apê min e. Li ku derê ji bo te rehet be li wir bimîne'.

Dema ku em cara duyemîn axivîn, soza tevlîbûna partiyê dabû û wê biçûya. Hevalê Mûstafa yê destpêkê bû ku ji nava malbata me tevlî bû. Ji malê derket û berê xwe da Akademiya Mahsûm Korkmaz. Piştî ku hevalê Mûstafa tevlî nava refên berxwedanê bû, me dîroka Kurdan nas kir. Me wezîfeyên xwe yên ji bo welêt nas kir. Bi taybetî li taxa Hilêliyê ji tevahiya Qamişloyê yên ku destpêkê tevlî nava refan bû hevalê Mûstafa û hevalê Salih bûn. Herdu jî cîranên hev bûn û tevlî nava refên berxwedanê bûn.

Hevalê Mûstafa beriya biçe çiyê ji min dixwest ku tevlî kar bibim. Min jî jê re goti ku ji ber pêşkhukmên li nava civakê yên namûsê nikarim vî karî bikim. Piştre ji bo tevlî kar bibim bi bavê xwe re axivî. Wê demê hevalên Rihah, Sakîne Cansiz re tevlî kar bûm. Hevalê Mûstafa piştî ku perwerde dît pirtûka 'Berxwedan jiyan e' ya Mazlûm Dogan anî bû. Wê pirtûkê gelekî bandor li min kir. Piştî ku tevlî kar bûm min perwerdeya bi zimanê dayikê jî dît. Dema ku diçûn serdana malan me gelekî zor û zehmetî dikişand. Dema ku pirsek ji min dipirsîn min nizanîbû ku bersiveke çawa bidim. Her ku karên me yên li nava civakê zêde dibû meraqa her kesî jî mezin dibû. Me karên xwe bi moraleke mezin dimeşand."

HEVDÎTINA YEKEMÎN LI LUBNANÊ YA DUYEMÎN LI ŞAMÊ

Necah qala hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir: "Dema ku me Rêber Apo nas kir, mîna ku ji nû ve hatin dinyayê. Ji ber ku me welatê xwe nas kir. Em pê hesiyan ku ji bo welatê xwe divê em çi bikin. Rastiya PKK'ê rêya azadî û rizgariyê nîşanî me da. Di fikir û felsefeya Rêber Apo de me rêya azadiyê dît. Me wê demê soz dan Rêber Apo. Piştî ku hevalê Mûstafa li nava refên berxwedanê şehîd bû, min soza xwe dubare kir ku ew ê têkoşînê dewam bikim û zarokên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bikim. Ji ber ku doza me ji bo hemû parçeyên Kurdistanê, ji bo gelên bindest bû.

Hevalan malbatên welatparêz ên ku dixwestin Rêber Apo bibînin dibirin Lubnanê. Wê demê tevî sê zarokên xwe Rêzan, Rêber û Mazlûm ji bo dîtina Rêber Apo em bi rê ketin. Rê gelekî dirêj bû û hêzên rejîmê li ser rê hebûn. Heta Şamê em bi tilîlî û dirûşmên dayikan çûn. Derdora 15-16 hezar kes ji bo dîtina Rêber Apo em bi rê ketibûn. Em rûniştibûn, Rêber Apo derket ser tehtekî. Ji kêfxweşî û kelecanê dilê min zû lêdida. Rêber Apo hat û ji me xwest ku em bên qadê. Ji me re got, 'Hûn ji rêyeke ewqasî dûr ji bo dîtina min hatine. Tevî ku ewqasî xetere ye ez jî hatim vê derê ji bo we bibînim'. Rêber Apo ji me re qala şoreşê, karên jinan û dayikan kir. 7 rojan em li wir man. Her gotinên Rêber Apo hêz û moral dan me.

Ji bo careke din Rêbertî bibînim em sala 1997'an çûn Şamê. Dîtina Rêbertî ji bo min dihate wateya hebûn û jiyanê. Em ji Rêber Apo çi hîn dibûn me di kar de bi cih dianîn. Dema ku zehmetî dikişand me digot 'berxwedan jiyan e'. Navê PKK'ê ji bo me bibû ronahiyeke mezin."

'DI SALA NÛ DE EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN'

Necah Gulo destnîşan kir ku di sala 44'an a PKK'ê de wê têkoşînê mezintir bikin û got, "Di sala nû de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezintir bikin. Li çar parçeyên Kurdistanê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û tola zarokên xwe hilînin. Em ê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bişikînin."