Di operasyona Reqayê de 15 hezar sîvîl hatin rizgarkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di navbera 3`ê rojan de 15 hezar koçberên bajarê Reqayê û gundewarên wê rizgar kirin.

Pêngava çaremîn a Odeya Çalakiyan a Xezefa Firatê bi hemû leza xwe didome. Bi tekoşîna şervanan re gel jî diherike herêmên rizgarkirî yên dikevin bin ewlehiya şervanên QSDʹê.

Şervanan piştî ku şeva 9’ê Gulan’ê dest bi operasyona xwe ya li bakurê Reqayê kirin, di nava 3 rojan de nêzî 15 hezar welatiyên sivîl jî cihên çeteyan koçber bûn û hatin herêmên hatin rizgarkirin.

Piştî ku şervanan şêniyên Reqayê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin wan bi awayekî saxlem veduguhezînin kampa Eyn Îsa û li wir bi cih dikin.