Di nava refên YPJ'ê de jineke mexribî

Şîlan Ereb, jineke ciwan a ji Mexribê ye. Lêgerînên wê ew gihande xaka şoreşê Rojava. Şîlan xwest bibe yek ji hezaran jinên ku li dijî tundiya li jinê têdikoşe, ji bo wê jî dest ji jiyana xwe ya rojane berda û tevlî nava nava refên YPJ’ê bû.

Şoreşa 19 Tîrmehê ya ku pêtên wê li bajarê berxwedanê Kobanê dest pê kir, bala jinên cîhanê kişand. Bi taybetî berxwedana bê hempa ya şervanên YPJ ya ku pêşengiya têkçûna DAÎŞ'ê kir bû çavkaniya hêz û moralê ji bo hemû jinan. Bi sedan jinên ji welatên cur be cur ên cîhanê berê xwe dan nava refên YPJ’ê. Her jineke ku berê xwe da şoreşa Rojava di nava şoreşê de li heqîqeta xwe geriya. Xwest ku xwe ji jiyana kole ya li ser hatiye ferz kirin, xilas bike. Ev lêgerîn û tevlêbûna nava refên şoreşê her jinek gihande kesayeteke bi hêz ya ku zane çima û çawa bijî. Bi dehan ji van jinan di qadên şer de yên herî dijwar destanên lehengiyê nivîsandin û gihan asta şehîdbûnê.

Şîlan Ereb, jineke ciwan a ji Mexribê ye. Lêgerînên wê ew gihande xaka şoreşê Rojava. Şîlan xwest bibe yek ji hezaran jinên ku li dijî tundiya li jinê têdikoşe, ji bo wê jî dest ji jiyana xwe ya rojane berda û biryar da ku tevlî nava nava refên YPJ’ê bibe.

Şervana Mexrîbî Şîlan Ereb bi van gotinan qala tevlêbûna xwe kir; "Hedefa min a sereke ya hatina Rojava dîtina birayê min bû. Birayê min weke şervanekî cihê xwe di nava refên QSD’ê de digirt. Dema min ew dît ji min re qala jiyan û têkoşîna şervanên YPJ’ê kir û pêşniyar kir ku ez jî tevlê nava refên YPJ’ê bibim. Ev gotinên birayê min bala min jî kişand û ez tevlêbûm. Destpêkê ez ditirsiyam ji ber min ti tişt di derbarê jiyana YPJ’ê de nedizanîbû. Lê piştî ku ez tevlê dewreya perwerdeya akademiya şehîd Rojda Minbic bûm min têkoşîna YPJ baştir nas kir. Min wek jin kesayeta xwe di vê akademiyê de nas kir. Her wiha min kesayeta jina azad jî nas kir. Di vê mijarê de dersa dîroka jinê bi danehevên dîrokî dagirtîbû. Min bi rêya vê dersê nas kir ka jin çawa dikare xwe ji zilma pergala baviksalarî ya desthiladar rizgar bike."

Şervana Mexrîbî Şîlan bal kişande ser armancên xwe û diyar kir ku wê piştî perwerdeyê bi kedeke mezin tevbigere ku karibe tevî hevalên xwe jinan ji pergala modernîteya kapîtalîst rizgar bikin.

Şîlan şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li hemû jinan pîroz kir û got, " Bi taybetî jinên ciwan ên Mexribê ez bang li hemû jinan dikim ku berê xwe bidin nava refên azadî û tekoşînê û tevlê nava YPJ’ê bibin da ku heqîqeta têkoşîna jinê bibînin û bi rûmet bijîn."