Di ‘Meşa Rûmetê’ de banga têkoşîna li dijî dagirkerî û îxanetê hate kirin

Li Şehbayê di ‘Meşa Rûmetê’ de êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê hate protestokirin. Di meşê de ji bo têkoşîna li dijî îxanetê bang hate kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, bombebarana li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkkeriyê re, her wiha ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan, Meclisa Kantona Efrînê bi dirûşma "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê" meşek li dar xist.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Tirkuman li ser rêya di navbera navçeya Fafîn û kampa Berxwedanê de kom bûn da ku piştgiriya Meşa Rûmetê bikin.

Beşdaran alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Yekitiya Jinên Azad, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, berxwedana Heftanînê û Garê hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên "Dema Erdoganê faşîst nêz bûye" û  "Komkujiyên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd rawestînin" hatin hildan.

Meş bi sloganên silavkirina berxwedana HPG’ê ya li çiyayên Kurdistanê û banga ji PDK’ê re ku ji piştgiriya ji artêşa Tirk vegere dest pê kir.

Meş li qada derve ya kampê veguherî mîtîngê û li wir girseya gel deqeyeke rêz girt, pişte endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Weysî axivî û got: "Berxwedana dîrokî ya ku gerîla li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dide meşandin, wekî derbeya ji siyaseta Erdoganê faşîst re ye”

Weysî bang li şêniyan kir ku hîn zêdetir xwe bispêrin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî dagirkeriyê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

Dûvre endama Rêveber a Meclisa Kantona Efrînê Newroz Ehmed axivî û îşaret bi siyaseta dewleta Tirk kir û got, bi rêya êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê hewl dide pirsgirêkên xwe yên hundirîn derxe derve, mînaka van êrişan jî; êrişên li dijî Heftanînê û beriya wê jî li dijî Garê û niha jî êrişî çiyayên Kurdistanê dike.

Newroz Ehmed her wiha got: "Îro em dibînin ku careke din PDK’ê destên xwe daye dijminê ku li dijî Kurdan komkujî pêk anîye, her wiha agahiyên der barê hêzên azadiyê yên li Avaşînê, Zap, Metîna û wargeha Mexmûrê de dide wan."

Newroz anî ziman ku Erdogan bi dagirkirina Efrînê heta bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çiyayên Kurdistanê û bi Mûsil a li Iraqê re dixwaze hikumê împaratoriya Osmanî zindî bike.

Newroz Ehemed siyaseta PDK’ê şermezar kir û got: "Kiryarên PDK' ku destekê dide dagirkeriya Tirk wekî kiryarên ku DAIŞ’ê ji Tirkiyeyê re kir ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Efrînê kir."

Newroz Ehmed di dawiyê de bang li şêniyan kir  ku li dijî êriş û planên dagirkeriya Tirk asta têkoşîna xwe bilind bikin û destnîşan kir ku ev plan bi saya berxwedana şêniyên wargeha Mexmûrê û gerîla dê têk biçe, mînaka wê jî binketina li Garê û Heftanînê ye.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.