Di 4’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îhsan Şiblî, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid, berdevka Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed û berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivîn.
‘DEWLETA TİRK HEMÛ CUREYÊN TERORÊ Lİ DİJÎ GELÊ HERÊMÊ PÊK TÎNE’
Îhsan Şiblî îşaret bi dîroka komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn kir û got: “Hêzên hegemon her tim komployan li ser serê gelên Rojhilata Navîn çêdikin. Komploya dawîn li dijî gelê Kurd di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bû ku destê gelek dewletan tê de heye. Di sêrî de dewletaTirk a dagirker ku hemû cureyên terorê li dijî gelê herêmê pêk tîne da ku gelan tune bike û herêmê dagir bike. Lê bi berxwedana gelê xwe û xwedîderketina wan li hêzên leşkerî û ewlehiyê, me ji cîhanê re careke din îsbat kir ku em gelek xwedî vîn û dîrokeke berxwedanê ne û xwedî felsefeyeke demokratîk û azad in.”
‘EM PARASTİNA MİROVAHİYÊ Bİ GİŞTÎ DİKİN’
Berdevkê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid rola Rêveberiya Xweser ji bo parastina mirovahiyê ji terorê nirxand û got: “Dewleta Tirk li ser înkarkirin û qirkirina gelan ava bûye û vê siyasetê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Dema êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê bi bin ket, bi awayekî hovane êrişî Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Lê bila cîhan bizane ku em parastina mirovahiyê bi giştî dikin.”
Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed pêwîstiya mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li hember hemû êrişan û komployan û pêwîstiya tunekirina gendeliyê di nav saziyên Rêveberiya Xweser de destnîşan kir.
‘DİVÊ EM RÊBAZÊN XWEPARASTİNÊ Bİ PÊŞ BİXİN’
Her wiha Remziye banga xwedîderketina li hêzên leşkerî, ewlehiyê û Rêvebeirya Xweser kir.
Berdevkê Yeknîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî îşaret bi Pêngava Gurzê Gelan a li dijî êrişa li ser girtîgeha Sînaa kir û got: “Bi berxwedana hêz û gelê xwe me êriş şikand. Divê di vê kongreyê de em pêwîstiya birêxistina gel li ser bingeha şerê gel ê şoreşger nîqaş bikin. Divê em rêbazên xweparastinê bi pêş bixin.”
Her wiha Nûrî Mehmûd îşaret bi rola TEV-DEM’ê ya belavkirina rêgeza şerê gel ê şoreşger li herêmê kir û wiha domand: "Rola tevgerê di pêşxistina çanda civakî de heye, ji ber wê ev kongre ji bo serxistina şerê gel şoreşger û têkbirina hemû planên dagirkeriyê gelekî girîng e."
Kongre berdewam dike.