BI DÎMEN

Di konferansê de peyama Mesûd Barzanî hat xwendin

Peyama Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin, “Em hêvî dikin ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin.”

KONFERANSA YEKÎTIYA KURD

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesa Kurdî ya Rojava li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dewam dike.

Di konferansê de berpirsê dosyaya Sûriyeyê yê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî peyama Mesûd Barzanî xwend.

Di peyamê de lidarxistina konferansê hat pîrozkirin û wek gaveke girîng ber bi yekitiya Kurdan a li Sûriyeyê ve hate nirxandin.

Mesûd Barzanî spasiya Mazlûm Ebdî kir ku roleke sereke di vê yekê de lîstiye û hêvî kir ku konferans hêviyên gelê Kurd bi cih bîne.

Di peyamê de hate gotin, bûyerên ku li herêmê rû didin bû sedem ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û wiha hat domandin: "Em piştgiriyê didin çareseriyên aştiyane û dîplomasî. Em hêvî dikin ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin û gelê Kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixe.”

Di peyama Mesûd Barznî de hate gotin, ev konferans dê rê li ber hêzên kurdî û kurdistanî veke ku bibin yek û nêrîna gelê Sûriyeyê di Sûriyeya nû de bibe, ev jî dê bandoreke erênî li welatên cîran bike.

Konferans dewam dike.