Di êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê de jineke ciwan birîndar bû

Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn û Şehbayê de jineke ciwan birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di encamê de jina bi navê Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû û li nexweşxaneya navçeya Fafînê tê dermankirin.

Tê destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker duh eniya Şêrawayê topbaran kiribû û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hatibû kuştin û yek din birîndar bûbû.

Her wiha sihara 1’ê Adarê êrîş dewam kirin. Vê carê gundên Sealê û Nêrebiyê yên Şehbayê hatin bombebarankirin. Têkildarî vê êrîşî jî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.