Di êrîşên dewleta Tirk de 6 kes şehîd bûn, 9 jî birîndar bûn -HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk bombe li saziyên xizmetê û kargehên li Qamişloyê barand. Di encamê de 6 kes qetil kir, 9 kes jî birîndar kir. Tê gotin, hejmara kuştî û birîndaran dibe ku zêde bibe.

Dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 10:45'an de bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî bombe li kargeheke li taxa Elaya ya li Qamişloyê barand.

Piştre jî 4 caran bombe li saziyeke xizmeta binesaziyê ya li taxa Enteriyê barand.

Weşanxaneya Sîmnav, Febrîqeya Êm a Cizîrê û Stasyona Trenê çend ji wan deveran bûn ku hatin bombekirin.

Di êrîşên li Qamişloyê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, hejmara kuştî û birîndaran dibe ku zêde bibe. Li gorî agahiyan yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane xebatkara çapxaneya Sîmavê Bêrîvan Zubêr a 30 salî ye.

Dewleta Tirk di heman demê de li Kobanê jî êrîş bir ser tamîrxaneyekê. Di encamê de 2 karker birîndar bûn.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.