Di êrîşên 2 mehan de herî kêm 56 şehîd bûn û 77 birîndar çêbûn
Di Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên mehên Cotmeh û Kanûnê li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin de, herî kêm 56 sivîl şehîd bûn û 77 sivîl jî birîndar bûn.
Di Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên mehên Cotmeh û Kanûnê li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin de, herî kêm 56 sivîl şehîd bûn û 77 sivîl jî birîndar bûn.
Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de binesazî rasterast hedef tê girtin. Di êrîşên 5-9’ê Cotmehê de 47 kes şehîd bûn û 59 kes jî birîndar bûn. Her wiha ji ber hedefkirina cihên ku xizmeta gel dikin 1 milyar û 270 milyon û 201 hezar û 782 dolar ziyan çêbû. Di êrîşên 23’yê Kanûnê de dest pê kiribûn de, di 25’ê Kanûnê de 8 welatî û di 24’ê Kanûnê de jî sînemager û xebatkarê hunera azad Mensûr Kerîmiyan ê ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn û heta 27’ê Kanûnê jî 18 welatî birîndar bûn. Her wiha li 712 dibistanan perwerdehî hat sekinandin û 89 hezar û 418 xwendekar jî ji xwendinê bêpar man.
ENCAMÊN ÊRÎŞÊN 5-9’Ê COTMEHÊ
Artêşa Tirk a dagirker di navbera 5-9’ê Cotmehê de bi balafirên şer, balafirên bêmirov ên biçek û bi çekên giran 172 caran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di van êrîşan de 172 cih, 237 caran bûne hedef. Ji van 157 bi çekên giran û 24 jî bi balafirên şer pêk hatin. Di van êrîşan de bendav û santralên ceyranê jî hedef hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê;
QAMIŞLO
Li Qamişloyê, gundên Dugirka, Til Xatûn û Girbawî û kargeha cemedê hatin hedefgirtin. 3 caran êrîşî santrala ceryanê hat kirin. Santrala ceryanê ya Tirbespiyê 4 caran hedef hatin girtin. Akademiya li derdora Til Hebeş a Amûdê di nava hedefan de bû, êrîşî gundê Mîra û Girê Moza jî kirin. Li santrala ceryanê xistin. Siloya genim û derdora wê 3 caran hedef hatin girtin.
DÊRÎK
Stasyona Benzînê ya Siwêdiyê ya Dêrikê 8 caran hedef hat girtin. Stasyona Avê ya Xanê Serê jî hedef hat girtin. Êrîşî Nexweşxaneya Koronayê ya gundê Wêrê kirin. Avahiyên binesaziyê yên Merga Mîra, gundê Girzîro û Teqil Beqilê hatin xistin. Qada çandiniyê ya li gundê Eyn Dîwarê hat bombekirin. Akademiya Şehîd Nesrîn a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef hat girtin. Bendav û santrala ceryanê yê Çil Axa û Petrola El Qewsê hatin bombekirin.
HESEKÊ
Li navenda bajarê Hesekê êrîş li kargehekê hat kirin û 2 caran êrîşî kampên Serêkaniyê û Waşokanî kirin. Li taxa Mişêrfê wesayîtek hate hedefgirtin. Ribta, Şêx Elî, Ribêat, Til Elwerd, Bûbî, El Esediyê, Xirbê Şiîr û Dada Ebdal ên li rojhilatê Zirganê ne, hatin bombekirin. Li Dirbêsiyê êrîş li zeviyên pembû hatin kirin. Li Til Temirê stasyonek avê hate xistin. Guzeliyê, Til Leben, Um El Xêr û Um El Kêf ên li rojhilatê navçeyê hatin bombekirin.
EYN ÎSA
Li Eyn Îsa jî gundê Ebû Sira, El Etşana, Ebû Nîtona, El Êrîda, Zenubya, El Xalidiyê, Fatsa û bajaroka Çelebiyê bombebaran kirin. Di heman demê de dibistan, Stasyona Avê, Şîrketa Lava ya Avê, sîloya genim a Guzeliyê û malên welatiyên li gundê El Xalidiyê jî di hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bûn.
KOBANÊ
Li Kobanê jî gundên Çerxelî, Gultepa, Til Şiîr, Zor Mexar û Şêxler hatin bombekirin. Nexweşxaneya Koronayê jî hedef hat girtin. Daristana Kaniya Kurdan û kargehek hatin bombekirin. Bajaroka Sirînê bû hedefa balafirên keşfê. Li Sirînê baxçeyê sebzeyan hat bombekirin.
MINBIC
Gundên Kerhok, Koklî, Qert Wêran, Ewn Dadat, Cat, Şêx Yehya, Qerozaq, Muhsenli, Um Celûd, El Hoşeriyê, Toxar û Seyade yên Minbicê hatin bombekirin.
ŞEHBA-EFRÎN
Gundên Soxanekê û Meyasa yên navçeya Şêrawa û gundê Merenaz ê navçeya Şerayê hatin bombekirin. Navçeya Til Rifet û gundê Zîwana hedef hatin girtin.
BI GIŞTÎ 47 ŞEHÎD, 59 BIRÎNDAR
Di encama van êrîşan de 2 jê zarok û 29 Hêzên Ewlekariya Hundirîn 47 welatî şehîd bûn. 11 jê jin 59 welatî jî birîndar bûn.
1 milyar û 270 milyon û 201 hezar û 782 dolar ziyana madî çêbû.
DI 23’YÊ KANÛNÊ DE TIRBÊSPİYÊ Û DÊRIK BÛN HEDEF
Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Kanûnê de êrîşî Stasyona Petrolên Seîda û Ewdayê yên li nêzî gundê Girdêm ê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê kir. Di heman demê de êrîşî kargeha plastîkê ya li nêzî Stasyona Benzînê ya Şabo ya li başûrê Tirbespîyê jî kir.
Di êrîşa li ser Petrola Seîdayê de welatiyê bi navê Hisên Hemze Sadûn birîndar bû. Gundê Banê Şikefta yê Dêrikê jî hate hedefgirtin.
DI 25’Ê KANÛNÊ 31 ÊRÎŞ BIRIN LI SER QAMIŞLOYÊ
Artêşa Tirk a dagirker ku di 25’ê Kanûnê de bi 7 balafirên şer û bi 33 balafirên bêmirov 40 êrîş birin li ser Qamişloyê û li taxa Cirnikê Stasyona Satkopê, depoya xwarinan, kargeha li taxa Alayê, du şîrketên înşaetê, Çapxaneya Sîmawê, Nexweşxaneya Koronayê, stasyona ceyranê, depoya êm, Nexweşxaneya Diyalîzê û Navenda Oksîjenê hatin bombebaran kiri. 31 êrîş li ser depoya seramîkê ya li nêzî Xaçerêya Şehîdan, stasyona benzînê, Garaja Ezîz, depoya çîmentoyê, gundê Um Fursanê, depoyeke mazotê ya li Taxa Alaya, sûka pêncşemê, depoyeke nêzî Nexweşxaneya Koronayê, kargeha berhemên paqijiyê ya Berfînê û Stasyona Sotemeniyê ya Botanê pêk hatin.
LI AMÛDÊ Û KOBANÊ 9 ÊRÎŞ PÊK HATIN
Li navçeya Amûdê li dijî Salona Dawetê ya bi navê Kerem, depoya genim û depoya zeytûnan 3 êrîş pêk hatin. Li Kobanê jî geraja wesayîtan, Nexweşxaneya Miştenûrê ku li gel Bijîşkên Sînornenas dixebite, kargeheke mirîşkan a li ser rêya gundê Termikê, li ser rêya Helebê jî çewlikek û temîrxaneyeke wesayitan û şîrketa înşaetê ya xwedîyê wê Ehmed Temer e bi 6 êrîşan hatin hedefgirtin.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo, Dêrik û Dirbesiyê stasyonên radyoyê jî bombebaran kirin.
8 WELATÎ ŞEHÎD BÛN
Di 40 êrîşên dewleta Tirk ên di 25’ê Kanûnê de 8 welatî şehîd bûn û 18 welatî jî birîndar bûn. 2200 gund û bajarok bê ceyran man. Navê 8 kesên ku şehîd bûne hate diyarkirin û wiha ne; Bêrîvan Mihemed, Ferhan Xelef, Riyad Hemo, Ferhan Temê, Rênas Hisên, Hisên Ehmed, Faris El Faris û Aye El Sebawî.
SÎNEMAGER MENSÛR KERÎMYAN ŞEHÎD BÛ
Li gorî daxuyaniya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn sînemager Mensûr Kerîmiyan ê ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê di 24’ê Kanûnê de di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûye.
LI QAMÎŞLOYÊ 4, LI AMÛDÊ 6 Û LI KOBANÊ JÎ NUQTEYÊKE KONTROLÊ HATIN HEDEFGIRTIN
Dewlata Tirk a dagirker di 26’ê Kanûnê de kargeheke bulgurê ya li bajarokê Girbawî yê li başûrê Qamişlo, derdora depoya genim a gundê Gir Çolê yê rojavayê navçeya Girkê Legê, depoya genim a navçeya Amûdê û Gundê Tawîle yê li rojavayê Til Temirê, stasyona trênê, Nexweşxaneya Koronayê û li navçeya Dirbêsiyê jî xaniyên welatiyên bi navê Hekîm Hac Bekir û Eşref El Kiya û şîrketa înşeatê ya li Qamişloyê û Taxa Alayayê kirin hedefa êrîşên xwe.
Gundê Bênê yê navçeya Şêrawa û gundê Merenazê ê navçeya Şera û her wiha gundên bi navê; Til Qira, Um Hoş, Semûqa, Til Çîçan, Til Medîq, Minix, Bêlûniye, Şêx Îsa, Hirbil, Wehşiye û derdora navçeya Til Rifat a Şehbayê hatin bombebarankirin.
Li gorî daxuyaniyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Qamişloyê 4, li Amûdê 6 û li Kobanê jî nuqteyeke kontrolê bûne hedefa erîşan.
NÊZÎKÎ 90 HEZAR XWENDEKARÎ JI PERWERDEYÊ BÊPAR MAN
Li gorî daxuyaniya Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kantona Cizîr, Firat, Efrîn-Şehbayê li 712 dibistanan perwerde hate sekinandin û 89 hezar û 418 xwendekar ji perwerdeyê bêpar man.