Dewleta Tirk bi erêkirina Rûsyayê re bi 72 balefirên şer bombe li ser navenda Efrînê, navçeyên Cindîresê, Reco, Şera, Şêrawa û Mabetayê barand.
Dewleta Tirk bi îcazeta Rûsyayê re Efrîn jî nav de, gelek cih bomberdûman kir
YPG/YPJ’Ê BERSIVÊN TUND DA
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê duh şev li gelek cihan êrîşî YPG/YPJ û Hêzên Xweparastinê kir. Li vê derê 6 çete hatibûn kuştin û 17 çete jî birîndar bûbûn.
JI BEJAHIYÊ VE NIKARIBÛN BI PÊŞ VE WERIN
Dewleta Tirk a ku nikaribû ji bejahiyê bi pêş ve were, bi destûra Rûsyayê re vê êvarê bi balefirên şer bombe li ser navenda Efrînê û navçeyên wê barand. Li gorî agahiyên pêşîn 3 jê bi giranî, 10 sivîl birîndar bûn. Di nav birîndaran de 2 zarok jî hene.
ÊRÎŞA PÊŞÎN LI DIJÎ EFRÎNÊ HATE KIRIN
72 balefirên şer ên Tirkiyeyê îro saet di 16.10’an de bombe li ser Efrîn û navçeyên wê barand. Êrîşên pêşîn li dijî taca Eşrefiyeyê ya Efrînê, gundên bi navê Aqbiye, Belîlka, Hecîka, Eyn Deqnê û Bêloniyê û Çiyayê Belîlê hate kirin.
NAVÇE JÎ HATIN BOMBERDÛMANKIRIN
Balefirên şer piştre jî gundên Kurdo, Şengiliyê û Şeyxura yê navçeya Racoyê; gundên Xezawiye û Kîfera yê navçeya Şerawa û gundê Hac Hesna yê Cindirêsê bomberdûman kir.
SEWQIYATA LEŞKERÎ DIDOME
Balefirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Efrîn û Şehbayê digerin. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk li hemberî gundê Baliya yê navçeya Bilibilê li Girê Mercoqê 10 tank, 5 akrep û gelek leşker û çete bi cih kiriye.
BAREGEHA LEŞKERÎ YA MINIXÊ HATE BOMBERDÛMANKIRIN
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi obusan êrîşî bajaroka Til Rifetê û Bendava Şehbayê kir. Piştre jî balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Balefirgeha Leşkerî ya Minixê bomberdûman kir
RÛSYA: ME LEŞKERÊN XWE VEKIŞAND
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyanî da û diyar kir ku wan ‘ji ber ewlekariyê leşkerên xwe kişandine herêmeke din.’ Ev jî diyar dike ku vê êrîşa dewleta Tirk bi destûran wan pêk hatiye. Rûsyayê diyar kir ku ‘Navenda Şopandina Agirbestê li Til Rifatê hatiye bicihkirin.’
DAXUYANIYA ÎRANÊ YA LAWAZ
Îranê ya ku hevkarê Rûsya û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker e, daxuyaniyeke lawaz da û got ‘Dibe ku vê tevgera dagirkirinê bandorê li Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bike.’
DAXUYANIYA DAGIRKIRINÊ YA JI HÎTLERÊ TIRKAN
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan têkildarî bomberdûmana li dijî Efrînê got ku, ‘DYA çi dibêje bila bibêje, ne li xema me ye. Operasyona Efrînê li qadê va ye hate destpêkirin. Piştre ew ê operasyona Minbicê were destpêkirin.’
DAXUYANIYA ŞIRÎKÊ ERDOGAN
Şirîkê Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî têkildarî dagirkirina Efrînê got ku, ‘Bila ji bo dewleta me bi xêr be.’
JI DIYANETA TIRK FETWAYA EFRÎNÊ!
Wezareta Karê Diyanetê ya Tirk jî tevlî nav koreya tevgera dagirkirinê ya Erdogan bû û serekê Diyanetê Alî Erbaş fermanek da mizgeftan da ku ji bo leşkerên Tirk sûreya Fetîhê bixwînin.
NAVÊ DAGIRKIRINÊ ÇEQLA ZEYTÛNÊ
Li gorî ajansa fermî ya dewleta Tirk navê tevgera dagirkirinê ‘Tevgera Çeqla Zeytûnê’ ye. Berdevkê Hikûmeta Tirk Bekîr Bozdag got tevgera dagirkirinê li gorî hiqûqa navdewletî ye û rewa ye.
SIVÎL JI NEDÎTÎ VE HATIN
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim got, ‘’Artêşa Tirkiyeyê dest bi tevgera hewayî kiriye’ û artêşa Tirk a dagirker jî got, ‘’Saeta 17.00’an, tevgera Çeqla Zeytûnê dest pê kiriye.’’
Artêşa dagirker îddîa kir ku ji 108 hedefan li 113 hedefan xistine û hemû kuştî û birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan PYD û PKK’yî ne.
DÎSA ‘BIRAYÊ MIN ESAD’
Wezîrê Karê Derve Mewlût Çavûşoglû jî bi gotina, ‘Weke tevgera Mertala Firatê em pêşî bi nivîskî agahiyê didine rejîma Sûriyê’ û wiha amaje pe kir ku dîsa ber bi ‘Birayê min Esad’ ve diçin.
TESLÎMKIRINA WATEDAR
Dema ku hewldana dagikirinê dest pe kirî balkêş e ku şîrîkê dewleta Tirk Nûsra (Tehrîr El Şam) Balefirgeha Ebû Zuhurê ya li rojhilatê Idlibê da rejîma Beasê.
QSD: TIRKIYE FERSENDÊN NÛ BI DEST DAÎŞ’Ê VE TÎNE
Fermandariya QSD’ê jî li ser tevgera dagirkeriya Tirk got, dewleta Tirk bi êrîşên xwe fersendên nû dide DAÎŞ’ê û got, ‘’Em ji Tirkiyê dixwazin ku demildest gef û êrîşên xwe bidin rawestandin, em bang li hemû civaka navnetewî û raya giştî ya dinyayê dikin ku girîngiyê bi têkoşîna dijî DAÎŞ’ê bidin û ji bo krîza Sûriyê çareseriya siyasî were dîtin.’’
BANGA ÇALAKIYÊN LEZGÎN
Piştî destpêkirina tevgera dagirkirinê sazî, partî, tevgerên Kurd ên wekî Kurd KCDK-E, TEV-DEM, HDP’ê, Hevseroktiya Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyê banga çalakiya lezgîn û seferberiyê kirin.
KCDK-E bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropa kir ku bi lezgînî rabin ser piyan.
Her wiha TEV-DEM’ê jî di serî de gelê Rojava bang li hemû Kurdistaniyan û derdorên demokratîk kir ku rabin ser piyan. Hevserokê Desteya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bang li ciwanên Kurd kir ku berê xwe bidin nav refên YPG-YPJ’ê.
HDP’ê êrîşa dewleta Tirk bi ‘hewldana dagikirinê’ bi nav kir û got, ‘ev erîş bi mebesta tinekirina daxwazên azadiyê ya gelê Kurd e. Hewldana dagirkirinê ya rejîma Erdogan nayê qebûlkirin.’’
Her wiha Hevseroktiya Konseya Rêveber a Bakurê Sûriyê jî bang li hemû Kurdên Bakurê Sûriyê û çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dij dagirkeriyê rabin ser piyan.
Tevgerên Gel ên Navnetewî jî li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê daxuyanî da û got, ‘’Êrîşa dewleta Tirk a bi ser Efrînê de tê maneya destpêkirina pêvajoyeke bi xwînê’ û di serî de Rûsya bang li raya giştî ya navnetewî kir ku êrîşan bidin rawestandin.