Di êrişa li ser Eyn Îsayê welatiyekê jiyana xwe ji dest da
Di topbaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser warên welatiyên li Eyn Îsa de welatiyekê jiyana xwe ji dest da.
Di topbaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser warên welatiyên li Eyn Îsa de welatiyekê jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî ji saet 12:00’an ve gelek gundên Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.
Di encama bomberdûmana rêya M4 de welatiyê bi navê Muhyedîn Hec Ehmed Îbrahîm (35) jiyana xwe ji dest da.
Muhyedîn Hec li nifûsa gundê Baxdik ê Ehmed Îbrahîm ê li rojavayê Girê Spî ya dagirkirî qeydkirî ye.