‘Di êrîşa hewayî de 2 şervanên me şehîd bûn’
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesayîteke meclisê de, 2 şervanên jin şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesayîteke meclisê de, 2 şervanên jin şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.
Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 2 şervanên jin şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Daxuyanî wiha ye:
′′Dewleta Tirk a dagirker hewl dide tola binkeftina çeteyên xwe hilîne ku di êrişên xwe yên vê dawiyê yên li ser gundewarê Minbicê de têk çûn, derbên giran xwarin û nikarên tu gavan pêşde biavêjin. Dewleta Tirk a dagirker rêbazên tirsonek û xedar bi kar tîne da ku îradeya şervanên me bikşîne. Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker îro piştî nîvro wesayîteke Meclisa Leşkerî ya Jinan li ser rêya gundê Hetabat ê başûrê bajarê Minbicê kir hedef. Di encamê de 2 hevreyên me yên jin şehîd bûn û yek jê şervaneke jin du hevrêyên me birîndar bûn.
Em Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jinan em ê wefadarên bîranîna şehîdên xwe bin û layiqî fedakariyên wan bin. Em ê têkoşîna ji bo azadî, rûmeta gelê xwe û welatê xwe bidomînin."