Di êrîşa dewleta Tirk de 6 sivîl û 3 şervan şehîd bûn
Di êrîşa hewayî de ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê pêk anî, 6 kesên sivîl û 3 şervanên YPG’ê şehîd bûn.
Di êrîşa hewayî de ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê pêk anî, 6 kesên sivîl û 3 şervanên YPG’ê şehîd bûn.
Ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya ku bi destûra Rûsyayê li dijî Efrînê pêk anî, 6 kesên sivîl û 3 şervanên YPG’ê şehîd bûn. Di êrîşan de 13 kes birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê êrîşa hewayî li dar xist û bi 72 balefirên şer navenda Efrînê, navçeyên Cindirês, Reco, Şera, Şêrawa û Mabetê bomberdûman kir.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker 6 kesên sivîl û 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.