Di êrîşa Şehbayê de 2 sivîl birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Şêx Îsa yê Şehbayê kirin. Di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan dikin hedef. Li gundê Şêx Îsa yê Şehbayê de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Dagirkeran gundê Şêx Îsa yê Şehbayê , gundê Meyasê yê Şêrawa û gundê Merenazê, Malikiyê û Şiwarxa yê Şerayê jî bomberdûman kiribûn.