Dewleta Tirk vê carê êrîşî Tirbespiyê kir: kesek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker gule li gundê Til Cîhan a navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo barand û di encama gulebaranê de kesek birîndar bû.

Leşkerên Tirk gundê Til Cîhan ê li ser sînor kir hedef. Di encama gulebarana leşkerên Tirk de endamê Hêzên Senadid Ednan Ehmed El-Xelef birîndar bû.

El Xelef ê ku ji lingê xwe birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Şehîd Berxwedan a li Dêrikê.

Rejîma Enqerê ji 28’ê Cotmehê ve xaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike hedef û di van êrîşan de sivîl têne hedef kirin.

Ev bi rojane ye dewleta Tirk êrîşêi Kobanê û Girê Spî dike û di êrîşan de jîngehên sivîlan bi taybet dikin hedef. Roja Pênçşemê li Girê Spî zarokek keç a 12 salî hate qetilkirin.

Di êrîşa îro ya li dijî Girê Spî de jî nûçegihanên ANHA’yê Gulistan Mihemed û Îbrahim Ehmed birîndar bûn.

Hate ragihandin ku Gulistan Mihemed ji serê xwe birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Diyar bû rewşa Îbrahîm Ehmed jî baie.