Dewleta Tirk û çeteyên wê zeviyên Zirgan dîsa şewitandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên dikevin başûrê Zirganê ji nû ve şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên dikevin başûrê navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Hesekê şewitandin.

Şewata ku di encama gulebarandina dagirkeran de derket, şewat bi zeviyên çandiniyê yên gundê Xireb Şiîr û Xirbe Cemê yên 3 kêlometreyan dikevin başûrê Zirganê ketin.

Ji ber gulebarandina hêzên dagirker ên li ser tîmên agirvemirandinê û welatiyan dixwazin şewatê vemirînin, şewat dewam dike.