Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê sivîlek revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sivîlek din jî revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku koma çeteyan a bi navê polîsên leşker ên girêdayî dewleta Tirk, 1’ê Îlonê sivîlê bi navê Nûrî Nazmî Reşîd Ekaş li gundê Mosakoya girêdayî Racoyê revandin.

Hêjayî bibîr xistinêye ku bavê sivîlê hatî revandin Nazmî Reşîd Ekaş (73) roja 25’ê Gulanê, ji ber nîqaşa di navbera wan û malbata çeteyên ku nû li gundê wan bicih kirî derketî de, piştî êşkenceyek giran lê hate kirin û şûnde ew kuştibûn.