Dewleta Tirk rûspiyekî herêma Girê Spî revand

Dewleta Tirk a dagirker rûspiyekî eşîra El Bû Esaf a Girê Spî Hemûd El Eyaf revand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, komeke çete ya dewleta Tirk şeva Çarşemê li gundê El Menkeliyê avêtin ser mala rûspiyê eşîra El Bû Esafê Hemûd Casim El Eyaf.

Eyaf hate revandin û nayê zanîn ku ew bi ku ve birine.

Piştî serdegirtinê nêzî 200 xizmên El Eyaf ber bi baregeha dewleta Tirk ve meşiyan, lê belê nekarîn li ser aqûbeta Eyaf agahiyê werbigirin.

Dewleta Tirk beriya çend rojan ji heman gundî zarokê 15 salî yê bi navê Yûsif Cûdî jî revandibû.

Dewleta Tirk li qadên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêk û pêk sûcê şer û yê li dijî mirovahiyê dike. Revandina sivîlan bûye rewşeke rojane. Piraniya sivîl jî ji bo fîdyeyê tên revandin. Salên dawî bi hezaran kes bi vî rengî hatin revandin, êşkence li wan hate kirin û hin ji wan jî bi rengekî hovane hatin kuştin, hinek jî hîn aqûbeta wan nayê zanîn.