BI DÎMEN

Dewleta Tirk qadên jiyanê û baregeha koalîsyona navneteweyî bombebaran kir - NÛ BÛ

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên sivîl û saziyên xizmetguzariyê li Rojava didomin. Her wiha bargeha koalîsyona navneteweyî ya li Kobanê jî hate topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşên xwe yên berfireh di meha Kanûnê de careke din rasterast dest bi topbarana herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Dewleta Tirk a ku sûcê şer dike vê carê jî êrîşê binesaziyên sivîl û saziyên xizmetguzariyê kir.

LI KOBANÊ BAREGEHA KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ HAT BOMBEKIRIN

Baregeha koalisyona navneteweyî ya li navçeya Çelebiyê ya bajarê Kobanê hat bombekirin. Derbarê encama bombebaranê de agahî nehat bidest xistin.

STASYONA CEYRANÊ JI ALIYÊ BALAFIRÊ BÊMIROV YA BI ÇEK HAT BOMBEKIRIN

Dewleta Tirk du caran bi balefira bêmirov a bi çek (SÎHA) stasyoneke ceyranê ya Kobanê bombe kir. Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Kobanê, ragihand ku di encama êrîşan de stasyona ceyranê ya sereke ya k ceyranê dide bajarê Kobanê û 300 gundên wê ji xizmetê derket.

Şîrketa Lavraj ku piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê ya sala 2014'an hatibû girtin û piştre ji aliyê hêzên Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ve hatibû bikaranîn, 3 caran li pey hev hate bombekirin.

LI EYN ÎSAYÊ STASYONA CEYRANÊ HAT HEDEF GIRTIN

Her wiha balafireke dewleta Tirk a dagirker bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li başûrê navçeya Eyn Îsayê û stasyona ceyranê bombebaran kirin. Di encamê de ceyran li navçeyê qut bû.

LI DIRBÊSIYÊ EMBARA ZADÊ HAT BOMBEKIRIN

Embara zadê ya li navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê û malekî li gundê Girbetelî bûn hedefa dewleta Tirk. Derbarê bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin, lê hat ragihandin ku dibe di bombebarana li gundê Girbetelî de birîndar hebin.

Dewleta Tirk her wiha herêma di navbera gundên Qinêtra û Şeamesûr ên Dirdirêsiyê de jî bombe kir.

JI MECLÎSA GIRÊ SPÎ NERAZÎBÛN

Piştî topbarankirina stasyona ceyranê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Firatê û bendeke kontrole ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ku nêzî baregeha Rûsyayê ya li başûrê bajêr e, Meclîsa Girê Spî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku bi beşdariya endamên meclîsê û xebatkarên komîteyê hate dayîn ji aliyê Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girê Spî Sabrî Temo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Biryardariya me ya têkoşînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk zêde dibe û girêdana me ya bi xaka me re xurttir dibe."