'Dewleta Tirk meha Sibatê li Efrînê 4 kes kuşt, 27 jî revand'

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di meha Sibatê de li Efrînê 4 kes kuştin, 27 kes jî revandin û 800 dar birîn.

Li Efrînê ya ku ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye sûcên qetilkirin, revandin, talankirina xweza û şûnwaran û guhertina demografîk dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê raporek li ser sûcên ku di meha Sibatê de ji aliyê dagirkeran ve hatine kirin, weşand.

Li gorî raporê, dagirkeran di meha Sibatê de 4 kes qetil kirin, di nav de 2 kes di êrişên li ser Şêrawa û Şehbayê de hatin qetilkirin û kesek din ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hat qetilkirin û kesekî din ji ber ku darên wî hatin birîn, ji qehra re mir.

Di raporê de hate diyarkirin ku li navçeya Mabatayê 5 xwendekarên li navçeyê hatin bicihkirin bi kêran li xwendekarê Kurd Şiyar Îbrahîm Omer da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bal kişand ser sûcê revandinê jî. Hate diyarkirin ku di nav de 6 jin û zarokeke keçîn bi giştî 27 kes hatin revandin.

Têkildarî qirkirina xwezayî jî ev agahî hatin dayîn: "Li navçeya Mabatayê zêdekirî 200 darên zeytûnan û yên daristanî hatin birîn. Li gundê Bêk Obasî 600 darên kerez û li navçeya Bilbilê jî darên daristanî ji kokê hatin rakirin.”

Raporê cih da guhertina demografî jî. Hate gotin dagirker bi desteka rêxistina Gazze Destek li gundê Kefer Sefera û li gundê Kefer Romê jî bi desteka rêxistina Yed El Ewn avakirina mêtingehan didomînin.

Dagirker û çeteyan di Çileya îsal de 4 kes qetil kirin û zêdekirî 50 kesên din revandin.