Dewleta Tirk malbata ku ji 8 kesan pêk dihat, revand
Artêşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hêkêçe yê navçeya Şiyê ya Efrînê, malbateke ku ji 8 kesan pêk dihat û 3 zarok di nav de bûn, revand.
Artêşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hêkêçe yê navçeya Şiyê ya Efrînê, malbateke ku ji 8 kesan pêk dihat û 3 zarok di nav de bûn, revand.
Çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ li Efrîna dagirkirî malbateke ji 8 ferdan di nav de 3 zarok û 2 jin hene revandin. Ew malbat ji gundê Hêkêçê yê navçeya Cindirêsê ye. Ew malbat li têketina bajarê Efrînê hate revandin.
Girêdayî mijarê çeteyan welatiyek ji gundê Coqê yê gundewarê Efrîna dagirkirî piştî revandibû serbest berda. Lê piştî 800 dolar dan dadgeha Efrînê ya çeteyan û 2 hezar dolar jî weke bertîl dan hate berdan.