Dewleta Tirk li Serêkaniyê 16 kes revand
Li Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 16 kes hatin revandin.
Li Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 16 kes hatin revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, Polîsên leşkerî ku amûreke sûc a paramîlîter e ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin û çeteyên Silêman Şah û Melîkşah li Serêkaniyê 16 kes revandin.
Hate ragihandin ku hin ji kesên hatin revandin çeteyên 'Ceyş El Wetenî' ne ku dixwestin vegerin malên xwe. Aqûbeta kesên hatin revandin nayê zanîn.