Dewleta Tirk li Minbicê 2 jin birîndar kir
Dewleta Tikr a dagirker gundê Ereb Hesen ê Minbicê topbaran kir, di encamê de 2 jin birîndar bûn.
Dewleta Tikr a dagirker gundê Ereb Hesen ê Minbicê topbaran kir, di encamê de 2 jin birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ereb Hesen ê li bakur rojavayê Minbicê bi dijwarî topbaran kir.
Di encamê de jina bi navê Xedîce Elo (23) û Rîham El-Hisên (18) birîndar bûn.
Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî rojavayê gundewarê Minbicê, rojhilatê gundewaê Babê û rojavayê navçeya Zirganê topbaran kir.