Dewleta Tirk li gundê dagirkirî êriş bir ser gundiyan

Komên çete yên dewleta Tirk a dagirker li gundekî li bakurê rojhilat ê Minbicê destpêkê jinek tacîz kirin, piştre jî gule reşandin û herî kêm 5 kes birîndar kirin.

Li gorî agahiyan, komên çete yên artêşa Tirk li gundê Toxaza Mezin jineke ciwan tacîz kirin. Şêniyên gund jî li ser vê yekê rabûn ser piyan.

Gundiyan nuqteyeke leşkerî ya dagirkeran dan ber agir.

Çeteyan jî gule li gel reşandin û yek jê jin û zarok bi giştî 5 kes birîndar kirin.

Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk êrişên xwe didomînin û agir berdana zeviyên çandiniyê yên gundiyan.