Dewleta Tirk li Girê Spî 3 jin revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sûlûkê ya Girê Spî 3 jin revand.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sûlûkê ya Girê Spî 3 jin revand.
Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk li navçeya Sûlûkê li klînîka Dr. Rakan 3 jin revand.
Hate diyarkirin yek jina ku ku hatiye revandin Seher Mihemed El-Xelûf a ji eşîra El-Meredayê ye û ev jin li ser nifûsa navçeya Hemam Turkman a Girê Spî ye.
Di 2’ê Mijdarê de dagirkeran li gundê Mamîla ya navçeya Raco ya Efrînê jî 9 kesên sivîl revandibûn.
Dewleta Tirk ji Adara 2018’an û vir ve li Efrînê ya dagirkirî, li gelek herêmên dagir kiriye rejîmeke çete û terorê ava kiriye. Ev der bûne qadên ku bi awayekî sîstematîk sûcên şer tê kirin. Sûcên wekî revandina mirovan, înfaz, êşkence, talan, koçberiya bi darê zorê bûye tiştekî rojane.