Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujî kir: 2 kes hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Siwêdiyê yê navçeya Eyn Îsayê komkujî kir. Di êrişa hewayî de 2 gundî hatin qetilkirin.

Li gorî  agahiyên ji herêmê hatin wergirtin), dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bi balafireke bêmirov bombe li gundekî Eyn Îsayê barand.

Bombardûman li xaniyekî gundê Siwêdiyê hate kirin. Hate ragihandin ku di encamê de ji gundiyan Xalid Henîfe û Beşar Berekat şehîd bûne.

Her wiha Sebrî Seydo (20), Ezîz Zêdan (32) û Reşîd Zêdan (42) birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, di çend rojên bihurî de taxên rojhilat ên Kobanê bombebaran kirin, her wiha Eyn Îsa, Şehba û gundewarên başûrê Efrînê jî topbaran kirin.