Dewleta Tirk li Eyn Îsayê 2 zarok birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser gundekî Eyn Îsayê û di bombardûmanê de 2 zarok birîndar kir.
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser gundekî Eyn Îsayê û di bombardûmanê de 2 zarok birîndar kir.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Xirbê El Bêda yê li rojhilatê Eyn Îsayê barand.
Di êrişê de zarokên bi navê Mihemed Xelîl El Hesan (12) û Eymen Hesen El Hesan (12) birîndar bûn.
Dagirkeran li gorî dema herêmî saet di 11:00 de bombe li Qada Bêhnvedanê ya Seqir, Rêya Bejahî ya M4, Kampa Eyn Îsa û gundê Mielekê yên Eyn Îsayê barand.