Dewleta Tirk li Efrînê qira daran tîne
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê 75 dar birîn.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê 75 dar birîn.
Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, talankirin û wêrankirina xwezayê berdewam dikin.
Li gorî agahiyan li navçeya Bilbilê çeteyê ji koma"Siqûr El-Şemal" ê bi navê Ebo Ehmed El-Heyanî 75 darên zeytûn û fekî yên ayîdî welatiyê bi navê Sibhî Mihemed birîn.
Dar di 3'yê û 4'ê Sibatê de li nêzî gundê Qurnê ya navçeya Bilbilê hatin birîn.
Çete ji destpêka dagirkirina Efrîn û heta niha ve, zêdetirî 18 hezar dar li gundê Şêxorzê, Zerê û Elî Kero destser kirin.