Dewleta Tirk li Efrînê qadên arkeolojîk talan dike
Dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Bilbilê ya Efrînê sê sal in li Girê Bîrê kolandinê dike û qadê talan dike.
Dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Bilbilê ya Efrînê sê sal in li Girê Bîrê kolandinê dike û qadê talan dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, Girê Bîr ê dîrokî yê gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ji 3 salan ve dikolin û di encamê de gir bi erdê re dûz kir.
SOHR'ê diyar kir, ji ber ku çeteyan li tiştên dîrokî digerin, darên zeytûnê qut kirin û erdê li dora Girê Bîr dûz kir.
Di heman çarçoveyê de çeteyê bi navê Ebû Ezab El-Necar ku ji Firqeya El-Hemza ye li erdê Zurqa yê herêma Kriêzat li gundewarê Babê kon vedaye û dest bi kolandinê kiriye.
Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê derdora 130 gir û cihên dîrokî yên Efrînê wêran kirine.
Di nav de Eyn Dara, Girê Erendê, mezara Şêx Hemîd ê li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera û gelek cihên din.
Dewleta Tirk a dagirker ji van sûcan armanc dike ku bedewbûna şaristaniya herêmên dagirkirî û dîroka wê wêran bike û nasnameya wê ya kurdî tune bike.
Gelek pisporan destnîşan kirin ku armanc ji van sûcan ne qezenckirina pereyan e lê belê Enqere di radeya yekemîn de demografiya herêmê, çand û nasnameya wê biguherîne û dîroka wê tune bike.