Dewleta Tirk li Efrînê peykera Newroz wêran kir

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê ya ku dagirkirinî peykera ku li çerxerêya Newrozê hebû wêran kir.

Ji rêzesûcên guhartina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tîne, dagirkerî û çeteyên wê peykera çerxerêya Newrozê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî wêran kir.

Çerxerêya Newrozê ji bo şêniyên Efrînê ji sembolên neteweyî ye û parçeyek ji çanda Efrîniyan û bi taybetî gelê Kurd e.

Dewleta Tirk û çeteyên wê her wiha navê gelek deverên Efrînê guhertine û navên ku temsîla Osmaniyan dikin lê kirine.