Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand, 300 dar şewitandin

Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabada ya Efrînê kesekî 40 salî revandiye û li Racoyê jî 300 dar şewitandine.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ya ku xwe spartiye çavkaniyên herêmî, çeteyên ‘Koma 112’an’ a girêdayî artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Menan Miho Nesan ê 40 salî yê ji gundê Dimiliya yê Mabatayê ya Efrînê revand.

Hat ragihandin ku malbata Nesan ji bo serbestberdana kurê xwe 3 hezar dolar fidye daye çeteyan, lê tevî vê yekê jî nehatiye berdan. Li gorî heman çavkanî, çeteyan Nesan sewqî girtîgeha Kîlîsê ya dewleta Tirk kiriye û aqûbeta wî nayê zanîn.

Çavkaniyekî din diyar kir ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Eltaniya yê Racoyê 300 darên mişmiş, kerez û zeytûnan şewitandine.