Dewleta Tirk li Efrînê çar kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Cindirêsê û Şêrawayê yên Efrînê çar kes revandin.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Cindirêsê û Şêrawayê yên Efrînê çar kes revandin.
Li Kantona Efrînê ya dagirkirî revandin, êşkence û kuştin bûye karê rojane yê dewleta Tirk.
Vê carê jî li navçeyên Cindirêsê û Şêrawayê yên Efrînê revandin. Li Şêrawayê Kemal Hebîb, Edîb Şêref û Ehmed Hebîb ên ji gundê Şadirê, Muhyedîn Koçer (52) ê ji gundê Cindirêsê hatin revandin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku kesên hatine revandin birine zindanek li gundê Îskanê û aqûbeta wan nayê zanîn.