Dewleta Tirk li Efrînê 500 darên zeytûnan birî
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dîsa bi sedan darên zeytûnan birî.
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dîsa bi sedan darên zeytûnan birî.
Li gorî çavkaniyên herêmî di 15'ê Sibatê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 500 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Meryemîn ê navçeya Şera birîne.
Hate diyarkirin darên ku hatine birîn ên welatiyên bi navê Mehmûd Mihemed Elî û Ehmed Cemal El-Dîn ên ji gundê Meryemînê ne.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, bi domdarî xwezayê wêran dikin û daran dibirin. Çete darên zeytûnan ên gel jî desteser dikin û zeyta wê difiroşin dinyayê. Çete êzingên daran jî li herêmên di bin dagirkeriyê de difiroşin.
QIRKIRINA DARÊN ZEYTÛNAN
Piştî ku di sala 2018’an de Efrîn hate dagirkirin, li ser wê teroreke mezin hate meşandin. Zeytûn û berhemên ji zeytûnan ên ku aboriya herêmê li ser wan e, hate dizîn û di asta global de tên firotin. Bi hezaran dar hatin birîn. Ev dar an anîn Tirkiyeyê û yan jî li qadên dagirkeriyê hatin firotin.
Li gorî rapora di 30’ê Kanûna 2021’an de ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di nava çar salan de herî kêm 333 hezar û 900 dar hatine birîn û 12 hezar dar jî hatine şewitandin.
Di raporê de hatibû gotin “Zeytûnên hatine dizîn û desteserkirin wekî ku malê Tirkan be li Îspanya û DYE’yê tên firotin. Darên zeytûnan û berhêmên wan ji par û vir ve dibin gundê Hemam ê Cindirêsê û ji wir jî dişînin Tirkiyeyê.”