Dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîl revand

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîl revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên revandina sivîlan ên li Efrînê didomînin.

Çeteyên dewleta Tirk li navçeyên Raco û Mabata yên Efrînê 5 sivîl revandin.

Nayê zanîn ku sivîlên hatine revandin bi ku ve birine.

Çeteya bi navê 'Firkat 112' ya dewleta Tirk li gundê Badîna yê navçeya Racoyê Mûstefa Mihemed Îbîş, Mihemed Xelîl Şaban û Ehmed Arîf Îbîş revandin.

Çeteya "Mehmet Fatîh" a dewleta Tirk jî li gundê Birîmece ya navçeya Mabatayê Kamîran Sihbî Qasimo û Mihemed Ebdo revandin.