Dewleta Tirk li Efrîn a dagirkirî 2 kesên din revandin
Çeteyên dewleta Tirk, li navçeya Mabata ya Efrînê 2 kes revandin û ji bo berdana wan jî fîdye xwestin.
Çeteyên dewleta Tirk, li navçeya Mabata ya Efrînê 2 kes revandin û ji bo berdana wan jî fîdye xwestin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li Efrîn a dagirkirî çeteyên 'Polîsên Leşkerî' û 'El Nuxbe' yên dewleta Tirk a dagirker, kesên bi navên Ehmed Hanan Reşo (55) û Manan Seîd Şêx Seydî (32) yên ji gundê Şêxutkê yê navçeya Mabatayê revandin.
Hate ragihandin ku çeteyan kesên revandî birine zindanên li navçeya Mabatayê ku piştre wan veguhêzin zindanên li Efrînê.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan ji bo serbestberdana kesên revandî, hezar û 500 lîreyê Tirk fîdye ji malbatên wan xwestiye.
Dewleta Tirk a dagirker di serî de li Efrînê ku ji Adara 2018'an ve dagir kiriye, li hemû herêmên dagir kiriye rejîmeke çete û terorê ava kiriye. Kuştin, revandina mirovan, êşkence, talankirin û koçberkirina bi zorê li van herêmên dagirkirî bûne kiryarên rojane.
Li gorî parêzvanên mafên mirovan heta dawiya sala 2021'ê dewleta Tirk li Efrînê di nava 4 salan de zêdeyî 700 sivîl qetil kirin, herî kêm 8 hezar û 500 sivîl revandin. Aqûbeta nîvê kesên hatine revandin nediyar e. Di heman demê de destdirêjî li herî kêm 70 jinan hate kirin. Ji sala 2018'an û vir ve zêdeyî 300 hezar Efrînî bi zorê ji cih û warên xwe hatin kirin.