Dewleta Tirk li Cindirêsê serokê meclîsa xwe revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê serokê meclîsa xwe ya herêmî revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku li Cindirêsa Efrînê ya di bin dagirkeriya MÎT’ê de ye, serokê Meclîsa Herêmî ya Cindirêsê ya ku yek ji saziya dagirkeriyê ye Suphî Riziq revand.

Riziq wekî berpirsyarê teqînên li Cindirêsê hatiye girtin. Hate diyarkirin ku tevî Riziq şêniyên bi navê Kemal Yûsif, Îsam El Bekro û Fatma Qere Mistefa jî hatine revandin.

Riziq berê jî li navçeyê mamostetiya Bîrkarî (matematîk) dikir û piştî ku dewleta Tirk di sala 2018’an de Efrîn dagir kir, ji aliyê dewleta Tirk ve bûbû serokê Meclîsa Herêmî. Aqibeta Riziq û kesên hatine revandin nayê zanîn.