Dewleta Tirk kesekî ji Efrînê bi êşkenceyê qetil kir

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker, Efrîniyê bi navê Silêman Nûrî Nûman ê sala 2019'an revandibû bi êşkenceyê qetil kiriye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker, li zindana El Rayi ya li Ezazê, kesekî ji Efrînê qetil kir.

Silêman Nûrî Nûman ê 51 salî bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Silêman Nûrî Nûman ji gundê Bozikê yê Efrînê bû. Nûman 1'ê Hezîrana 2019'an li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin.

Mewlide Nûman a 64 salî ya ji heman malbatê di Gulanê de li Zindana El Rayi ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin.