Dewleta Tirk ji sibehê ve bombeyan li Til Temirê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker ji sibehê ve bombeyan li gundên Til Temirê dibarîne. Dagirkeran di heman demê de bombe li gundên Zirganê jî barandin. Li ser Şehbayê jî balafirên keşfê yên bêmirov hatin gerandin.

Dewleta dagirker saet di derdora 13.30’an de ji bejahiyê gundê Qesir Toma Yelda yê di navbera gundên Xeybiş a Jêrîn a dikeve rojavayê Til Temir û Til Cûma û Xeybiş a Jêrîn de dest bi topbaranê kir. Di heman demê de balafirên bêmirov ên biçek li ser herêmê geriyan.

Saet di 12.40'î de dewleta Tirk a dagirker gundê navbera Til Temir û gundê Asûrî yê Til Cûma bomberdûman kir.

Beriya bomberdûmanê balafirên keşfê yên Tirk li ser navenda Til Temirê û gundên nêzî eniya şer geriyan.

Saet derdora 11.10'an gundên Dirdara, Til Şenan, Til Cûma û Xeybiş ên Til Temirê û stasyona ceyranê ya navçeyê bi dijwarî hatin bombekirin.

Hate hînbûn ku gundên Til El-Werd, Xirbet Şiêr û Dade Ebdel ên Zirganê bi awayekî hemwext hatin bombebarankirin.

Saet di 08:30'î de jî balafirên bêmirov ên biçek li ser herêma Şehbayê geriyan.