Dewleta Tirk ji Efrînê mirovan direvîne

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn navendê û gundên wê mirovan direvîne. Ji bo kesên ku êşkenceyê li wan dikin berdin doza pereyan dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê talan, êşkence û revandina ku bi dagirkirina Efrînê re dayî destpêkirin didomîne. Li gorî kanên xwecih dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku mirovan ji Efrîn navendê û gundên wê direvîne, ji bo ku wan berde doza fîdyeyê dike. Heta niha gelek mirovên ku hatine revandin ji bo pere nedane çetayan hê jî têne girtin.

MIROVÊN MALBATÊN HEVKAR JÎ REVANDIN!

Dewleta Tirk û çeteyên wê heta niha sempatîzaniya li YPG-YPJ’ê dikire hincet. Vê pêla dawî êrîş birin ser gelek malbatên ENKS’yî ku bi desteka xwe ya dewleta Tirk û çeteyan têne zanîn. Yek ji van malbatan jî malbata Şêxo ye ku Duşemê êrîş bi ser wan de çû.

Li gorî agahiyan xwecih çeteyan li navçeya Şiyê Duşemê êrîş bi ser malbata Şêxo de birin. 40 kes ji heman malbatê hatin destgîrkirin. Li gorî agahiyan di nav wan de jin û zarok jî hene. Li gorî agahiyên kesekî, ku nexwest navê xwe bide, çete saeat 2.00’an ketin malan, jin û zarokan birin, seat 6.00’an jî hemû mêr birin.

Hin kesên ku hatine revandin: Ji mala Şêx Birîma Mistefa Ebû Elî, birayê wî yê kiçik Ihmo, birayê dî Ûsiv, li gel jinan birin. Ji mala Xanê Cemîl Xelê, Mistefa Şêhadê, ji malbata Evdo Mistefa Şêxo, birayê wî Mihemed Şêxo, Mihemed Mistefa Şêx Ibrahîm, ji malbata Silêman Şêxo û Mistefa Şêxo, Zuher Mistefa Şêxo, Ehmed Mistefa Şêxo, Omer Mistefa Şêxo, Mehmûd Mistefa Şêxo, du zarokên wî, Reşîd Xelê, Wehid Ehmed Şêxo.

Tê gotin çeteyê bi navê Silêman Şah ev kes ji malên wan ên Şiyê rakirine û birine asayiya li Şiyê.

Ji endamên malbatan hinek hatin berdan û hinek jê hê jî girtî ne.

ÊŞKENCEYÊN GIRAN LI REVANDIYAN KIRIN

Li gorî agahiyan çeteyan êşkenceya giran li kesên revandî kir. Li ber çavê jinan êşkenceya giran li meran kirin. Her wiha tê gotin ji malbata Şêxo derbên giran li jinên bi navê Zînet û Nêrîman dane ku nikarin ji cihê xwe bilivin û talokeya li ser jiyana wan didome. Her wiha ji malbata Ebû Elî jî rewşa du jinan giran e. Neynûkên kesê bi navê Zuher Silêman Şêxo rakirine û serê wî hatiye şikandin. Tê diyarkirin ku ji malbata Şêxo hê jî 24 kes di dest çeteyan de ne û heta ku 30 hezar dolar nedin wan, wê wan bernedin.

Her wiha ji navçeya Mabat, gundê Mîrkan jî Nezmî Mihemmed Dawid, Ebdo Osman Necar, Mihemed Osman Koçer, Hesen Elî, Mervan Xelîn hatine revandin. Ji heman gundî Xelîl Hisnî, Çilo Rifet Hisnî, Fewzî Ebdîn Arîf, Memo Xelî Nûrî yên ji EFrînê jî ji bo ku pereyên têne xwestin nedane hê jî girtî ne.

Hisên Hemdî Menan, Mistefa Reşîd Elloş, Mihemed Mistefa Hisko ji hêla Cephey Şamiye ve hatibûn revandin û piştî ku 200 hezar dolar dan, hatin berdan.