Dewleta Tirk êşkenceyê li Efrîniyên dîlgirtî dike, ji bo wan bike sîxur

Endama Asayîşê Fatma Şabo ku di dema Berxwedana Serdemê de li Mabatayê dîl hate girtin, anî ziman ku dewleta Tirk gelek Efrînî li zindanan bi êşkenceyê hewl dida bike sîxur.

Ji berxwedêrên ku di dema êrişa dagirkeriyê ya li ser Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dîlgirtin û ji nîvê 8 hezar sivîlên di nava çar salên dagirkeriyê de hatin revandin agahî nayê wergirtin. Li gorî agahiyan dewleta Tirk li zindanan gelek dîlgirtî bi êşkenceyê qetil kiriye. Bi belgeyan piştrast bû ku gelek dîlgirtî bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî revandin Tirkiyeyê, li wir hatin darizandin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hate birîn.

Dewleta Tirk ji sala 2018'an û vir ve bi êşkence û gefxwarinê zextê li dîlgirtiyên şer û sivîlên hatine revandin dike, ji bo bibin sîxurê li dijî gelê xwe. Gelek Efrîniyên ji zindanan derketin qala êşkence û zexta sîxuriyê kirin. Yek ji van jî endama Hêzên Asayîşê ya Efrînê Fatma Şabo ye.

Fatma Şabo ya ji navçeya Mabata ya Efrînê, 20'ê Çileya 2018'an dema ku êrişa dagirkeriyê li ser Efrînê dest pê kir, hingî endama Asayîşê bû. Hêzên Asayîşa Efrînê hem ewlehiya nava bajarê Efrînê dikir hem jî li eniya şer cihê xwe digirt.

Fatma Şabo li gundê Kurka yê navçeya Mabatayê, dema ku hewl dida yek ji hevalên xwe yên birîndar rizgar bike dîl kete destê dagirkeran. Îstîxbarat û çeteyên Tirk sê mehan êşkence li Şabo kir. Şabo dît ku çar hevalên wê li zindanê bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Piştî sê mehan çeteyên Sûltan Mûrat ew li Efrînê danî û tevî komek ji hevalên wê zexta sîxuriyê lê hate kirin. Fatma Şabo teslîmî êşkencekaran nebû. Ji Efrînê xwe gihand Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û ji nû ve tevlî karên Asayîşê bû.

Fatma Şabo diyar kir ku dagirkeran sivîlên Efrînî xistin zindanan û li van zindanan dewleta Tirk û çeteyên wê bi rengekî bêeman êşkence kirin û got, "Wan xwestin ku îradeya me bişikînin û me teslîm bigirin. Bikin ku em xiyanetê li nirxên xwe bikin. Lê berevajî vê yekê îradeya me xurtir bû."

Fatma Şabo diyar kir ku piştî dîl hate girtin ew destpêkê birin biryargeheke leşkerî ya li Tirkiyeyê û li wir îstîxbarata Tirk bi êşkenceyê lêpirsîn kiriye û got, "Ez birin cihekî li Tirkiyeyê. Wê demê çavên min girtî bûn. Min nizanîbû ku li ku derê me, lê cihekî leşkerî bû. Piştre dest û çavên min girê dan. Tirkan dest bi lêpirsînê kirin. Ji ber ku min bi Tirkî nizanî bû çeteyan tercûme dikirin. Bi her awayî êşkence kirin. Ji elektrîkê heta her cûre êşkenceyê. Sê saetan lêpirsîn kirin. Min jî bersiv nedida, mi digot 'madem dîl hatime girtin, eger dikujin bila bikujin'. Pirs dipirsîn û li min dixistin. Bi rastî jî min nizanî bû êdî rewş amin çi ye. Aqlê min li serê min nebû. Piştre çek danîn ser serê min û gotin, 'Em ê te bikujin'. Nekuştin, lê belê sixêf, êşkence, lêdan dikirin."

DIXWESTIN TESLÎM BIGIRIN

Fatma Şabo ragihand ku piştî lêpirsîn û êşkenceya îstîxbarata Tirk bi rengekî çav û destgirêdayî ew birin zindaneke cuda û diyar kir ku ev zindan jî ya çeteyên Sûltan Mûrat bû.,

Fatma Şabo got, "Çeteyan ez birin odeya êşkenceyê. Li vê derê amûrên êşkenceyê nîşan dan û gotin, 'Eger tu rast nebêje em ê van li dijî te bi ikar bînin. Serê sibehê Tirk wê were lêpirsîna te bikin, tu yê rast biaxive'. Piştî rojekê îstîxbarata Tirk hat û heman pirs pirsîn. Wê demê Efrîn hîn nehatibû dagirkirin. Ji min dipirsîn ku cihê çekên giran û hevalan li ku ne. Min jî timî digot 'nizanim'. Careke din êşkence kirin. Piştre birin koxûşa li zindanê. Li wê zindanê mam. Sixêf dikirin, êşkence dikirin. Armanca wan şikandina îradeya me bû, dixwestin me teslîm bigire. Dema ku Efrîn dagir kirin dîmenên wê nîşanî me dan. Nîşan dan ku çawa peykerê Kawayê Hesinkar şikandin û dagirkirina Efrînê çawa pîroz kirin. Digotin 'Em xurt in, hûn lawaz in. Em her tiştî bi we bikin'. Ji aliyê psîkolojîk ve dixwestin me têk bibin û em xiyanetê li hevalên xwe bikin."

ŞEHADETA BI ÊŞKENCEYÊ

Fatma Şabo diyar kir ku dema li zindanê bû tevî endamên YPG, YPJ, Asayîş û HPC ên dîlgirtî her wiha xebatkarên saziyên sivîl ên mîna komun û stargehên jinê jî dîlgirtî bûn û got, "Li zindanan gelek mêrên dîlgirtî hebûn. Tirkan û çeteyan herî zêde êşkence li hevalên mêr dikirin. Li pêş çavên me êşkence li wan dikirin, li wan dixistin. Her şevê êşkence li hevalên me dikirin, me qîrîna wan dibihîstin. Heta sibehê em nikarîbûn razên. Lê dixistin, elektrîk didan. Hemû rêbazên êşkenceyê li ser wan diceribandin. Bi şevê saet di 12'an de dest bi êşkenceyê dikirin heta saet 06:30'ê sibehê bênavber dewam dikirin. Hin hevalên mêr ji ber êşkenceyê şehîd ketin. Du, sê rojan bênavber êşkenceyê dewam dikir û piştre digotin 'ev mir' û dibrin. Min li wir dît ku çar heval bi êşkenceyê şehîd ketin. Odeyên em lê bûn û yên hevalên mêr lê bûn li hemberî hev bûn. Dema ku êşkence li wan dikir me ew didît, dema ku êşkence li me dikir, wan didît. Carna bi gotina 'em we dibin ji bo şuştinê' dibirin. Me heval li korîdorê dirêjkirî didît. Li pêş çavên me li wan dixistin. Ji bo em bibînin ev dikirin. Ji bo îradeya me bişikînin bi me didan temaşekirin. Tirkan ji çeteyan xerabtir êşkence dikirin."

BIRIN EFRÎNÊ Û HEWL DAN SÎXURTIYÊ PÊ BIDE KIRIN

Fatma Şabo qalê kir ku piştî sê mehan çawa hate berdan û got, "Rojekê hatin ji min û sê hevalên Asayîşê yên dîlgirtî re gotin, 'hukmê we qediya, hûn ê biçin'. Beriya derxînin bi me re nîqaş kirin. Gotin 'Hûn ê li Efrînê bimînin. Hûn ê agahiyê bidin me ku kî tê Efrînê û kî diçe'. Nûmara xw edan me. Me girt, lê piştî derket me avêt. Dema ku ez dîl hatinm girtin zewicî bûm û keçeke min hebû. Wê demê min agahî ji malbata xwe nedigirt. Ez birin danîn ber mala bavê min. Li Efrînê mehekê û 10 rojan mam. Min xwe gihand malbata xwe. Hevser û keça min hatibûn Şehbayê. Efrîn gelekî guherî bû. Êdî ew Efrîn tune bû ku em lê azad bûn. Her der qirêj bûbû. Efrîn kiribûn navenda zilmê. Ji bo careke din min negirin ez ji malê nikarîbûn derkevim. Piştre min rêyek dî tû ji Efrînê hatim Şehbayê. li wir bi malbata xwe re em derbasî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûn."

ÎRADEYA ME BÊHTIR XURT BÛ

Fatma Şabo destnîşan kir ku dagirkeran li zindanê hewl dan îradeya wan bişikînin û bikin ku xiyanetê li nirxên xwe bikin û got, "Di vê mijarê de hinek ketin, lê ez û gelek hevalên min berevajî vê yekê îradeya me xurtir bû. Di axaftina dawî de ji me re gotin 'Eger hûn derketin û li tevgerê vegeriyan, eger hûn bi wan re bixebitin em ê we bibînin û we bikujin'. Min jî li zindanê soz da ku çi dibe bila bibe dema ku derketim ez ê li kar vegerim. Wan xwestin îradeya me bişikînin û me bêhêz bikin, lê berevajî vê yekê em ji berê xurtir in."