Dewleta Tirk êrîşa DAÎŞ’ê girt ser xwe

Êrîşa ku çeteyên DAÎŞ’ê meha Tebaxê li Tebqayê pêk anî û girtî ser xwe, dewleta Tirk girt ser xwe. Bi vî rengî têkîliya dewleta terorê û çeteyan car din hat dîtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku îstixbarata dewleta Tirk duh ragihandiye ku ew berpirsê "êrîşeke terorsît" e ku li dijî welatiyekî li Tebqayê pêk hatiye. Navendê da zanîn ku DAÎŞ’ê 5’ê Tebaxê ragihandibû ku wî êrîş pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îstixbarata dewleta Tirk qebûl kiriye ku ew berpirsê êrîşê ye û ev jî "nîşaneyeke diyar e ku têkilî di navbera her du aliyan de heye".

Navendê ev agahî di daxuyaniya xwe de parve kirin: "Duh bi sibê, dezgehên çapemeniyê yên fermî yên dewleta Tirk, ragihand ku îstixbarata Tirk welatiyekî bi navê Omer Mihemed Ebdullah El Daham ê ji Tebqayê kuştiye. Îstixbaratê, welatî bi dan û standina bi hêzên me re û pêkanîna çalakiyan li dijî leşkerên Tirk tawanbar kir. Lê belê 5’ê Tebaxê DAÎŞ’ê bi rêya ajansa xwe Amaq bi daxuyaniyeke fermî ragihandibû ku wan El Daham kuştiye. Lê piştî zêdetirî 4 mehan îstixbarata Tirk careke din nûçe da û got wî êrîş pêk aniye. Ev nîşan dide ku têkiliyeke diyar di navbera îstixbarata dagirkeriyê û DAÎŞ’ê de heye û hewl didin ewlehiya herêmê bi hedefgirtina welatiyan têk bibin."

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têkiliya El Daham bi hêzên wan re tune ye.